Di 'Nobeda Edaletê' de bal kişandin ser azadiya Ocalan 2024-03-25 14:17:58     WAN/AMED - Nobeda Edaletê ya ji aliyê xizmên girtiyan ve li Wan û Amedê hat destpêkirin bi serdanan dewam dike.    Di Nobeda Edaletê ku li Wanê û Amedê dewam dike, daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku agahî jê nayê girtin hat kirin.   Li Wanê di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ji aliyê xizmên gitiyan ve di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtiyan (TUHAY -DER) de Nobeda Edaletê ku hatiye destpêkirin di roja 109'an de dewam dike. Çalakiya ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiye destpêkirin, ji aliyê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Artemêtê, namzedên hevşaredariyê yên navçeya Artemêtê Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî, Tevgera Jinên Azd (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesî ve hat ziyaretkirin.    Di serdanê de dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî", "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin.   Çalakiya hat destpêkirin îro jî bi sitran û dirûşman dewam kir.   Li Amedê nobed di roja 112'an de ye   Li Amedê jî Nobeda Edaletê ku di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumzaran (TUHAY- DER) de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siysasî" hatiye destpêkirin di roja 112'an de dewam kir.   Çalakiyê îro jî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" ," Bijî Serok Apo" û "Hak hiqûq edalet" deam kir.