Girtiya ku di qezaya trafîkê de stûyê wê şikest birin girtîgehê 2024-03-25 12:27:36       Rozerîn Gultekîn   AMED - Elîf Kardagî ya ku di dema sirgûnê de di maşîna rîngê de qelibî bû, tevî ku di stûyê wê û gelek cihên laşê wê de şikestî bûn jî birin girtîgehê.   Êriş û binpêkirinên mafên girtiyan dewam dikin. Elîf Kardagî ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dîl tê girtin, di 21'ê Adarê de sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê hat kirin. Di dema sirgûnê de maşîneya rîngê ya girtîgehê ji ber sedemeke nediyar wergeriya. Di medyaya alîgir de hat ragihandin ku tenê 4 personel birîndar bûne ku 1 ji wan bi giranî birîndar bûye. Li gorî agahiyên ku me ji malbata Elîfê girtine, di qezayê de xebatkarek girtîgehê jiyana xwe ji dest daye û stû cihên cuda yên laşê Elîfê şikestiye.    Malbata wê ji bo rewşa Elîf bizanibe bi rêveberiya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê re têkilî danî û got: “Li girtîgehê rewşa wê baş e. Hat diyarkirin ku wesayîta ku bûye sedema qezayê tu eleqeya wê bi Elîfê re nîne. Lê Elîfa ku danê sibê bi telefonê bi malbata xwe ra axivî, parve kir ku ew di wesayîta ku qelibî de bû û di qezayê de leşkerek jiyana xwe ji dest da. Elîfê her wiha diyar kir ku di stûyê wê û gelek cihên laşê wê de şikestiye, hefizeya xwe windakiriye. Lê tenê şevekê li nexweşxaneyê hatiye ragirtin."   Malbata wê diyar kir ku dixwazin bi Elîfê re rû bi rû hevdîtinê bikin, lê rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye ku ew dikarin di 12’yê Nîsanê de hevdîtinê bikin û wiha axivî malbatê: “Em dixwazin bi lezgîn rewşa wê ya tenduristiyê çawaye hîn bibin. Ev rewşek ne asayî ye ku tenê rojekê li nexweşxaneyê hatiye  ragirtin. Jixwe ew di greva birçîbûnê de bû. Em dixwazin ku ew nexweşxaneyê bê dermankirin."