ROJEVA 25'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-25 09:00:00   ROJEVA 25'Ê ADARA 2024'AN   *Muhterem Ekîncî ku di temenê biçûk de li dijî înkara Kurdan û tunehesibandina nasnameya xwe têkoşîn meşand, ev 30 sal zêdetire tevî hemû êrîş û astengiyan şûnde gavê navêje. DÎMEN HEYE   *Rojên borî jina bi navê Z.Ş. ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû hewl hat dayîn bê qetilkirin û bi giranî birîndar bû. Aktîvîsta TJA’yê Zeynep Kaya ku çû nexweşxanê Z.Ş. ziyaret kir diyar kir ku bûyer li ber çavê zaroka wê pêk hatiye û rewşa jinê û malbata wê gelek xerabe. DÎMEN HEYE   *Jinên DEP’ê bang kirin ku divê her kes bibe dengê çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" û wiha gotin: “Divê em demildest bibin dengê giriyan.”DÎMEN HEYE   *Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 26 sale di bin tecrîda giran de ye 37 meh in tu agahî jênayê girtin. Di 8’ê Adar û Newrozê de gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan qêriyan.