Gultan Kişanak ji Newroza Enqereyê re name şand 2024-03-24 14:43:49     ENQERE - Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê Gultan Kişanak ku ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Enqereyê nameyek şand got, "Enqere rabe ser piyan, DEM'a  aştiya civakî hat..."   Li Enqereyê Newroz li Anîtparkê bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tê pîrozkirin. Bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. zêdebûna ciwan û jinan a tevlibûna Newrozê bal kişand. Welatiyên ku ketin qadê dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Ji girtiyan re azadî" berz kirin. Her wiha pankartên bi nivîsa "Dawî wê bi heybet be" hatin hilgirtin.   Bername ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di vê navberê de dirûşma "Şehîd rûmeta me ne" hat berzkirin û di pîrozbahiyê de nameya girtiya bi navê Gultan Kişanak a ku namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya gelan (DEM Partî) ye hat xwendin.   Nameya Gultanê ji hêla endama MYK’a DEM Partiyê Canan Çalagan ve hate xwendin. Di nameyê de Gultanê Newroza jin, ciwan û gel pîroz kir û silav ji Enqereyê re şand. Bi domdarî Kişanak got ku ew îro ji bo bibêjin “Enqere ne ya serdestan a gel e” civiyane. Kişanak, diyar kir ku ji bo coşa 8’ê Adarê û Newrozê veguhêzin ser sindoqê li vir civiyane. Kişanak bang li xelkê Enqereyê kir û wiha got: “Bang û îradeya Newrozê zelal bû. Rabe ser pêyan Enqere, azadî û serkeftinê bi dest bixe. Rabe ser pêyan Enqere, DEM a aştiya civakî hat.. Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat.”