Jinên Depê: Em ji Gultan Kişanak hêzê digirin 2024-03-24 14:23:55     XERPÊT - Jinên ku xebatên xwe yên hilbijartinê li Depê berdewam kirin, diyar kirin ku wan ji têkoşîna Gultan Kişanak hêz girtiye û ji girtiyên di zindanan de re silav şandin.   Jinên ku li navçeya DEP'ê ya Xerpêtê ku  naveçya  Hevşaredara Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak a girtî ye xebatên hilbijartinê li dar xistin, ji bo piştgirîdayîna Gultan Kişanak daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Songul Duzgun di daxuyaniyê de axivî.   'Em ji hevalên we yên Enqereyê re silavan dişînin'   Songulê bal kişand ser têkoşîna Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak a girtî ya DEM Partiyê û wiha got: "Em ji Karakoçanê silavên xwe ji hevalên Gultan Kişanak ên Enqereyê re dişînin. Hûn hemû wek Gultan Kişanak xebatên hilbijartinê dimeşînin. Derî bi derî digerin. Ji Karakoçanê silav li hemû jinan û hemû rêhevalên me yên di zindanan de, di serî de Gultan Kişanak, Gultan Kişanak dibêje, 'divê hûn min bibînin. Enqere Ger hewce bike em li salona dadgehê ne, ger hewce bike em li qadên hilbijartinê ne, ger hewce bike em li meclîsê ne.'Gultanê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' peyam da ku wê têkoşîna xwe bidomîne."