Ji ciwanên ku gotin 'Em li her derê ne' şahî 2024-03-24 13:51:31     STENBOL - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê wê bi dirûşma “Em li her derê ne” şahiya Ciwanan a fitarê li dar bixin.   Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê li Stenbolê bi şîara “Em li her derê ne” şahiya fitarê li dar bixin.    Meclisa Ciwan li Stenbolê hemû ciwan vexwendin şahiya ku wê li dar bixin.    Şahiya ku wê bi tevlibûna namzeda Hevşaredariyê ya DEM Partiyê a Stenbolê Meral Daniş Beştaş û hunermenda Navenda Çandê a Mezopotamyayê (NÇM) Nuray Balik bê lidarxisitn, dê li avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê di 26'ê Adrê saet di 19.30 de bê kirin.