Tifaqa Dêrsîmê eleqeyek mezin dibîne 2024-03-23 18:07:00   DÊRSÎM – Tifaqa Dêrsîmê ku DEM Partî jî têde cih digire ji gel eleqeyek mezin dibîne.   Namzetên hevşaredariya Tifaqa Dêrsîmê ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî têde cih digire, Bîrsen Orhan û Cevdet Konak çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxan xebatan dimeşînin. Xebata li ji taxa Turuşmek destpê kir, piştre li taxên Pulebargî, Gazik û Alîbaba berdewam kir. Parlamentara bajar Ayten Kordu tevli xebatan bû û mal bi mal geriyan, çûn serdana esnafan.   Namzetên hevşaredariyê Bîrsen û Cevdet ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dîti û piştgiriya ji bo DEM Partiyê hat dayîn.