Girtiyan ji Nobeda Edaletê re name şand 2024-03-22 16:32:22     STENBOL - Çalakiya Nobeda Edaletê li Stenbolê bi serdanan didome. Îro nameya Melîke Goksu a ji Girtîgeha Sîncanê hat şandin hat xwendin. Di nameyê de piştevaniya nobedê hat vegotin.    Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAYDER) ve pêk tê. Çalaki li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sultangazî pêk hat û li eywana çalakiyê pankarta “ Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hate daliqandin.   Di çalakiyê de pêşmalkên "Tecrîd sûcê mirovahiyeyê" li xwe kirin û dirûşma "Bijî berxwedana zindana", "Ji girtiyan re azadî" û "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Îro rêveberên DEM Partî ya Kuçukçekmece, rêvberên MATUHAYDER'ê,  rêveberên Egîtîm-Sen a Şaxa 4'an serdana çalakiyê kirin.    Nameya hevşaredara Qereyazî ya ku li şûna wê qeyûm hat dayînkirin Melîke Goksu a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye hat xwendin. Di nameyê de çalakiya dayikan hat silavkirni û piştevaniya çalakiyê hat kirin.    Çalakiya Nobeda Edaletê bi stran û berzkirin dirûşmeyan berdewam kir.