Ji Newroza Helebê peyama 'Nikarin agirê Newrozê vemirînin' 2024-03-22 15:50:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiya Newroza Helebê de hate destnîşankirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidestxistin, têkoşîn dê dewam bike.   Li Helebê Newroz bi coşek mezin li qada Newrozê ya li herêma Şiqeyf a Helebê hat pîroz kirin. Bi hezaran şênî tev li pîrozbahiyê bûn.    Di şahiyê de endamê Meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şêxo got: "Agirê Newrozê her tim gur bû. Ruxmî ku dagirkeran hewl didan wê vemirînin. Lê belê berxwedana gelê Kurd û parastina hebûna xwe li ser şopa şehîdan û fikrê Rêber Abdullah Ocalan, ev hewldan têk birin."   Endama rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatme El Hesîno jî axivî û Newroz li hêzên leşkerî, gelê Kurd û Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Meha Adarê meha êşê ye ku di vê mehê de Efrîn hate dagirkirin. Lê belê em destnîşan dikin ku agirê Newrozê dê her sal, gur be û em ji cîhan tev de radigihînin ku kes nikare vî gelî tune bike ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kiriye bingeha berxwedan û têkoşîna xwe."   Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Akîn Tolhildan axivî û teqezî bi mezinkirina têkoşînê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir.   Endama Desteya Serokatiya PYD`ê Foza Yûsif jî axivî û Newroz li Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Hêzên tarî û pergalên serdest xwestin berxwedana Rêber Abdullah Ocalan bi tevahî rêbazan tune ibkin. Lê belê gelê ku li ser fikrê wî li ber xwe dide û xwe bi rêxistin kiriye, ev plan tune kirin."   Foza Yûsif bal kişand ser helwesta Gelê Kurd ku di Newrozê de diyar bû û got: "Gelê Kurd careke din di Newroza îsal de îsbat kir ew serî ji dagirkeriyê re natewîne lê belê dê berxwedanê mezin bike û ji çareserkirina doza xwe û parastina hebûna xwe re amade ye. Dijmin, bi tevahî rêbazan êriş Gelê Kurd dike, ji bo ku nasnameya wî tune bike, ji ber wê lihevkirinan bi hêzên din re dike. Lê belê wê tevahî hewldanên wî bi binkevin, dê heq bi ser keve û dagirker û planên wan dê bi bin kevin."   Pîrozbahiya Newrozê bi pêşandana bernameyên hunerî pêk tê.