Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sirgûnkirin 2024-03-22 15:10:30     RIHA - Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Hejmar 2 a Rihayê sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.   4 girtiyên li girtîgehên Tîpa T yên Hejmar 1 û 2 yên Rihayê sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin. Mahmut Tutal ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê girtî bû,  bêyî ku agahiyê bidin malbata wî sirgûnî Girtîgeha Erzînganê hat kirin. Îdrîs Duruk ê li heman girtîgehê girtî bû jî şandin Girtîgeha Tarsusê.   Ji aliyê din ve, di nava girtiyên ku bêyî agahî bidin malbata wan hat sirgûnkirin  yek jê jî Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ku di dema êrîşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê li ser gundê Mişrefa ya Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hat binçavkirin û anîn Rihayê ye.   Çîçek ku ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ve bi îdaya "Yekitiya dewletê xira kiriye"  cezayê muebetê lê hat birîn û bi îdaya "mirov kuştinê jî" 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Piştî ku di 11'ê Hezîrana 2021'an de ji aliyê 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê ve hat qebûlkirin, biryar ji Dadgeha Bilind re hat şandin. 3'yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind jî di 22'ê Gulana 2022'an de biryara dadgeha herêmî ya der barê Çîçekê ya  li Girtîgeha Hejmar 2 a Rihayê dihat girtin g qebûl kir.   Çîçekê sirgûnî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzînganê hat kirin.