Li Wanê nobed 106 roj in didome 2024-03-22 14:05:27       WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê di roja 106'an de didome. Di nobedê de Dayikên Aştiyê daxwazên xwe carek din dubare kirin û banga piştevaniyê kirin.    Di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27'ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha Xizmên girtiyan bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.     Bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAYDER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 106 roj in didome.   Çalakî bi serdanan û bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" didome.