ROJEVA 22'YÊ ADARA 2024'AN 2024-03-22 09:00:00     * "Guherîna têkiliya navbera jin û mêr de, bidestxistina karekterê felsefîk, perwerdekirin, li dijî polîtîkayên bgeden, naskirina beden û erênîbûn, hezkirina jinê, bawerî, ji jinê hêz girtin, bi mêr re hevaltî, dostanî, ev astên nû yên çandê ye. Ev di heman demê de tê wateya şoreşa çandî û civakî." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    * Namzeta Adalar a DEM Partiyê Krîstîn Selekman, li Adalar ku îbadetxaneyên ermenî, elewî, rûm û gelek gelên din tune hatiye hesisbandin, bi feraseta şaredariyeke azadîxwaz hewl dide paçeyek nû vebike. (DOSYA) BI DÎMEN    *Evrîm Demîr bi gotinên "Ez bedena xew ji bo Gelê Kurd ku dîlgirtiye dişewitînim. Ez dixwazim bi vê çalakiyê bibim denge aştiyê" bedana xwe da ber agir. Dayika Evrîmê, Suheyla Demîr wiha got: “Ji ber dewletê zilm li vî gelî kir zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Evrîmê li dijî dijhiqûqiyên li girtîgehan li dijî zilma li ser gelê Kurd bedena xwe da ber agir.” BI DÎMEN    *Jinên Pulurê diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û û gotin qadên îstîhdamê kêm in. Jinan got çavkaniya pirsgirêkan hikûmeta AKP’ê ye. BI DÎMEN    * Ji 7 girtiyên ji Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsûsê di nava 5 rojan de bi hinceta di greva birçîbûnê de ne, hatin sirgunkirin. Malbatê Elîf Kardagî ya girtî got: “Em dixwazin zextên li girtîgehan kêm bibin. Em dixwazin raya giştî guh bide dengê têkoşîna hevalên me yên girtî."