Li Qersê tevî astengiya polîsan Newroz hat pîrozkirin 2024-03-21 21:58:57   QERS - Welatiyên li taxa Aydinlikelver a navenda Qersê hatin gel hev, tevî hemû astengiyên polîsan agirê Newrozê pêxistin.   Li Kurdistan û Tirkiyeyê pîrozvahiyên Newrozê ku bi rojan berê hatin destpêkirin didomin. Yek cihên Newroz lê hat pîrozkirin Qers bû. Li taxa Aydinlikevlerê piştî fitarê welatî hatin gel hev û agir pêxistin. Polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî tax dorpêç kirin. Tevî vê welatiyan agir pêxistin û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Li cihekî din yê taxê jî agir hat pêxistin.    Dîgor   Li gundê Tirmaşîn a navçeya Dîgor a Qersê jî agirê Newrozê hat pêxistin. Gundî piştî fitarê hatin gel hev, agirê Newrozê pêxistin.  Jin û mêran li gora agir govend gerandin.