Di pîrozbahiyên Newroza li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de peyamên azadiyê 2024-03-21 20:30:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiyên Newrozê yên li 8 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi stran, şano û govendê bi dawî bûn.   Li 8 navendên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hat pîrozkirin.   Pîrozbahiyan saet 11.00’an li gundê Mamşûr ê Dêrikê, gundê Helîq ê Girkê Legê, gundê Dirêcîkê yê Tirbespiyê, bajarokê Hîmo yê Qamişloyê, gundê Çaxirbazar ê Amûdê, Sed Xerbî (Bendava Rojava) ya li Hesekê, gundê Çolbistan ê Dirbêsiyê û stadyuma Beledî ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.   Di pîrozbahiyan de, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bidawîkirina êrîşên Tirkiyeyê  yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek peyam derketin pêş.   Di peyaman de hate diyarkirin ku dê Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di axaftinan de balkişandin ser projeya Rêveberiya Xweser û hate destnîşankirin ku ev proje ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bidawîkirina dagirkeriyê ya herî guncaw e.   Di dawiya pîrozbahiyan de komên stran, şano û dîlanan daketin ser dikê û hunerên xwe nîşan dan. Li ber stranan jî govend hate gerandin.