Li qûntarên Çiyayê Araratê pîrozbahiya Newrozê 2024-03-21 17:46:30   AGIRÎ - Li  Çiyayê Araratê li gundê Suphanê ya Bazîdê pîrozbahiya Newrozê ku hat kirin, agirê Newrozê ji aliyê jinan ve hat pêxistin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bazîdê ya Agiriyê, li gundê Suphanê pîrozbahiya Newrozê kir. Ligel rêxistina navçeyê gelek welatiyên gund beşdarî pîrozbahiyê bûn. Jin û ciwanan ku bi flamayên kesk, sor û zer di pîrozbahiyê de cih girtin. Beriya axaftinan li qûntara Çiyayê Araratê bi coşek mezin govend hat gerandin.    ‘Di ser de hezar sal jî derbas be…’   Piştî gerandina govendê agirê Newrozê ji aliyê jinan ve hat pêxistin û dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Newroz Pîroz Be” hat berzkirin. Piştre Hevseroka DEM Partî ya Bazîdê Hamîde Temel axaftinek kurt kir. Hamîde, bi lêv kir ku ew agirê Newrozê ji zilma dehak heta berxwedana kawayan berdewam kirine û wiha got: “Ji vê şûnde jî em ê vê Newrozê bidomînin. Bi ser pêxistina sê kibrîtan re hezar sal derbas bibe jî ev coşa Newrozê dê her bidome. Tu zilm, zext û xiyanet nikare pêşiya me bigire. Em ê hertim xwedî berxwedana girtîgehan û ya derve derbikevin û vê berxwedanê bidomînin.”   Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.