Di Nobeda Edaletê ya Îzmîrê de peyama aştiyê 2024-03-21 16:21:53     ÎZMÎR - Çalakiya Nobeda Edaletê ya Îzmîrê di roja 45'an de bi peyamên azadî û aştiyê berdewam kir.    Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edaletê kirin.     Di çarçoveya Kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî de bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hukumxwaran a EGE'yê (EGETUHAY DER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ve li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bayrakliyê di roja 45'an de didome.    Di çalakiyê de xizmên girtiyan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.    Perîhan Ortak, diyar kir ku divê tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan bê bi dawîkirin û got: "Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku bila guh bidin daxwazên girtiyan. Em dibêjin êdî bes e. Bila aştiyeke bi rûmet pêk bê. Her wiha miftea axtiyê di destê Birêz Ocalan de ye. Em dibêjin piştevaniya çalakiya Nobeda Edaletê bikin."    Nobet bi serdanan didome.