Li Ceyhanê di bin baranê de agirê Newrozê hat pêxistin 2024-03-21 15:59:03     EDENE - Barîna barana zêde ya li navçeya Ceyhan a Edeneyê nekarî pêşiyê li pîrozbahiya Newrozê bigire. Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxist û gotin: "Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye”   Barîna barana zêde ya li navçeya Ceyhan a Edeneyê nekarî pêşiyê li pîrozbahiya Newrozê bigire. Kesên ji bo pîrozbahiya li Qada Newrozê ya li Taxa Belediyeevlerî bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hatin, li gel muzîkên ji ser dikê hatin lêxistin govend gerandin û li benda destpêkirina bernameyê sekinîn.   Jinan bi cil û bergên xwe yên rengîn tevlî pîrozbahiyê bûn. Girseya ku îşareta serkeftinê kir her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Newroz pîroz be” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.     Pîrozbahiya ku namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Edeneyê û Ceyhanê yên DEM Partiyê jî tev li bûn bi rêzgirtinê dest pê kir û girseya li qadê dû re bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.    Hevserokên DEM Partiyê yên Ceyhanê Meryem Guler û Gorgun Kaya piştî axaftina vekirinê agirê Newrozê li gel Dayikên Aştiyê, çepik, tilîlî û dirûşmeyan vêxist.    Dû re Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr û namzetên Hevşaredariyê yên Ceyhanê Delal Mamûk û Cemal Gok bi rêzê derketin ser dikê Newroza gelê ku silav kirin pîroz kir.    Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Edeneyê ya DEM Partiyê Arîfe Çinar jî spasiyên xwe pêşkeşî herkesên ku tevî barîna baranê tev li pîrozbahiyê bûn kirin.     Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ê kete nava girseya li ber baranê jî anî ziman ku roj ne roja axaftinê ye roja pîrozkirinê ye û wiha got: “Gelê kurd di bin baranê, berfê, bahozê û nava heriyê de her tim li qadan e û li ser piyan e.”   Alî ê Newroza Abdullah Ocalan û girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne pîroz kir û destnîşan kir ku “Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.”   Piştî axaftinan girse di bin baranê de govenda Newrozê gerand.