Li Qendilê pîrozbahiya Newrozê 2024-03-21 14:27:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qendilê bi tevlîbûna bi hezaran kesî, bi dirûşma "Azadî ji Rêber Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo doza Kurd re" Newroz tê pîrozkirin.    Îsal Newroz li Qendilê bi dirûşma "Azadî ji Rêber Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo doza Kurd re" tê pîrozkirin. Serê sibê welatî bi cil û bergên kurdewakî li qada pîrozbahiyê kom bûn. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê ji aliyê malbatên pakrewanan ve hate pêxistin.    Di pîrozbahiyê de hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) Tara Hisên peyama Tevgera Azadî xwend û got: “Em weke Tevgera Azadî di vê cejna Newrozê de bang li hemû gelê xwe, hêz û aliyên siyasî dikin, ji bo diyalog û çareserkirina hemû pirsgirêkan bêne rex hev û ji bo xwe berjewendiyên netewî bingeh bigirin. Em hemu nakokiyan bidin aliyekê, ji ber ku ji bo gelê me rojek dîrokî heye, divê hemû hêz hewl bidin ku ev derfet ji dest neçe û nekevin xizmeta projeya dagirkeriya Kurdistanê. Êdî bi destkeftiyên hizbî û malbatî ve mijûl nebin.   Em bang li hemû gelên herêmê dikin, bê cûdahî bi têkoşînek demokratîk û dûrî zihniyeta netewperestiyê vê qeyrana ji ber hêzên destilatxwaz û nijadperest, derbas bikin.”   Di qada Newrozê de pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Diyar Xerîb û çend pirtûkek din hatin danîn. Welatî eleqeyek zêde nîşanî standa pirtûkan didin. Pirtûkên Rêber Ocalan ku bi zimanê Kurdî û Erebî hatine çapkirin, eleqeyek zêde jêre tê nîşandan.   Pîrozbahiya Newrozê bi coşek mezin didome.