Li Ermenistanê agirê Newrozê hat pêxistin 2024-03-21 10:23:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê Newrozê li navçeya Oktemberyan a Ermenistanê hate dadan.   Kurdên li Elegezê û gundê Araksê yê navçeya Oktemberiyan a Ermenistanê Newroz pîroz kirin. Li gundê Araksê yê navçeya Oktemberyanê agirê Newrozê li ber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Newroz pîroz be" hate dadan. Girseya gel li ber agirê Newrozê govend gerand.   Piştî pêxistina agirê Newrozê bavê Şehîd Rûken, Milo û endama Komîteya Yekîtiya Jinên Azad Şîrîn Kalaşiyan axivîn.   Qisekeran diyar kirin ku ew bawer dikin Newroza îsal bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   Newroz wê li paytext Erîvanê jî di 25'ê Adarê de bi rengekî navendî bê pîrozkirin.