Li 8 navendên Rojava pîrozbahiya Newrozê 2024-03-21 10:16:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Li 8 navendên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi hezaran welatî bi reng û dengen xwe didin qadên pîrozbahiya Newrozê.   Pêkhateyên Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pîrozkirina Newroza 2024’an ku bi dirûşmeya, “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatiye organîzekirin, berê xwe didin qadên hatine diyarkirin.    Li Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê û Reqayê bi hezaran welatiyên Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Ermenî ji saetên serê sibehê ve bi cil û bergên xwe yên herêmî ber bi qadên Newrozê ve ketin rê.    Welatiyên ku hinek ji wan bi seyareyan, hinek bi meşê diçin qadan, dîmenên rengîn derxistin holê. Di seyareyan û meşan de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD, YPG, YPJ û  TEV-DEM’ê hatin bilindkirin.   Hinek welatiyan jî, li ser hespan berê xwe dan qadên pîrozbahiyê.   Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî, bi tedbîrên ku li tevahiya herêmê girtine, alîkarî û hêsankariyê dikin.   Li gorî plansaziyên hatine derxistin, li tevahiya herêman pîrozbahî wê saat di 11.00’an de destpê bikin.