Li dijî zîhniyeta yekparêz modela hevserokatiyê 2024-03-21 09:02:56       Pelşîn Çetînkaya   ÊLIH - Hevseroka DEM Partîya Êlihê Songul Korkmaz da modela hevserokatiyê ya ku DEM Partî diçe hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê û wiha got: “Bi vê modelê jin hem di siyassetê de hem di her qada civakê de xwe bi rehetî dide nîşandan.”   Pergala hevserokatiyê ku yek ji destkeftiyên têkoşîna jinên kurd e, li bajarên Kurdistanê bi Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) re di rêveberiyên herêmî de hat bikaranîn. BDP’ê ev model ne tenê di rêveberiyên herêmî de di her qada siyasetê de pêk anî û jin bi vê modelê di mekanîmzayên siyasetê de cih girtin.  Pergala ku armanca wê rêveberî û civakeke azadixwaz a jinê ye, di 2016 û 2019’an de bû hinceta tayînkirina qeyûman. Lê siyaseta kurd, bi pergala hevserokatiyê ku wek xeta mor a têkoşîna jinê tê îfadekirin, ji nûve xwe ji hilbijartinan re amade dike.    Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê û her wiha hevşaredara Êlihê ku qeyûm tayînê şûna wê bibiû, Songul Korkmaz der barê modela hevserokatiyê ya di rêveberiyên herêmî de axivî.   Songulê da zanîn ku di tu partiyê de mînaka hevserokatiyê tuneye û wiha dirêjî daye: “Em jin nîvê civakê ne û divê nîvê de di kadem û rêveberiyan de bibin xwedî gotin. Ji ber vê di 2007’an de pergala hevserokatiyê bi DTP’ê dest pê kir û di 2014’an de ne tenê di partiyên siyasî de di şaredariyan de jî cihê xwe girt. Ewil her kes matmayî bû. Gelek pirsgirêkan serê wan de hebûn. Lê civakê ev model qebûl kir.”   ‘Bi modela hevserokatiyê gel ket rêveberiyê’   Songulê bi lêv kir ku berê rêveberiyên herêmî an jî şaredarî wek saziyeke ku tenê bi zîhniyeta mêr tên bi rêvebirin, dihat zanîn lê di 2014’an de me ev pergal berovajî kir. Songulê ev nirxandin kir: “Me ev we qadek desthilatdarî an jî ji aliyê zîhniyeta mêr ve tê birêvebirin ne, bi nûneriya wek hev bi nêrîna jinê di şaredariyan de daxuyakirin. Bi pergala hevserokatiyê me gel kir rêveberiyê. Me bi mêr û jinan biryar girt û xebat meşand. Ji ber vê pergala hevserokatiyê ji aliyê gel ve evqas zû hat dîtin.”   Têkoşîn didome   Songulê axaftina xwe wiha domand: “Pergalên ku hevserokatî û nûneriya wekhev qebûl nekirin hebûn. Ji ber vê jî di vê mijarê de gelek aran êrîş pêk hatin.  Saziyên jinan girtin û tevî vê em hîna pergala hevserokatiyê dimeşînin. Em têkoşîna xwe didin. Bi hatina pergala hevserokatiyê re jinan ne tenê di siyasetê de di her qadê de xwe heyî kirin. Beriya pergala hevserokatiyê di şaredariyan de saziyên jinan tunebûn. Lê em hatin me saziyên jinan vekirin me qad afirandin. Bi saya vê jinan di sazî û şaredariyan de cih girt. Bi hevserokatiyê re jin zêdetir hatin şaredariyan. Xwe parçeyek wir dîtin. Vê jî jin di her qadê de rehet kir.”