Li Hezexê pîrozvahiya bi heybet a Newrozê 2024-03-20 17:38:38   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê bi sedan kes li ber avahiya DEM Partiyê hatin gel hev û Newroz pîroz kirin. Parlamenter DEM Partiyê Zekî Îrmez axivî û da zanîn ku yek denga ku ji bo AKP’ê bê dayîn wê biçe ji MHP û Ergenekoniyan.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ li her derê Kurdistanê Newrozê pîroz dike û li hemû bajaran didome. Li Hezex a Şirnexê jî li ber avahiya DEM Partiyê agirê Newrozê hat pêxistin. Bi sedan kes tevli Newrozê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez axivî.   Jin û ciwan bi cil û bergên gelerî tevli  Newrozê bûn, li ber stranên hatin gotin govend gerandin.   Balkişandin ser tecrîdê   Zekî Îrmez li vir axaftinek kir û balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Zekî da zanîn ku 36 mehe tu agahî ji Rêberê PKK’ê nayê girtin û wiha dirêjî daye: “Tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan li ser hemû Tirkiyeyê pêk tê. Îro krîzek mezin a aborî tê jiyîn. Edelet tuneye. Sedema vê pirsgirêka Kurd û tecrîde. Pirsgirêka Kurd bi edeletê dikare çareser be. Muxatab diyare. Çareseriya pirsgirêka Kurd şert e. Hilbijartinek mezin heye li pêş me. Gelê Kurd hilbijartinê bigire, muxalefeta gel a Tirkiyeyê hilbijartinê bigire wê AKP û MHP biçe. Bi vê fikre divê em biçin ser sindoqan.”   Zekî di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê li tu bajarê Kurdistanê ji AKP’ê re deng dernekeve û got her denga ji AKP’ê re bê dayîn wê biçe ji MHP û Ergenekoniyan. Zekî bi lêv kir ku çareserî ne kuştine, ne girtine, edelet û naskirina Kurdane.   Piştî axaftinê peyamên ku parlametnerên berê yên Şirnexê yên HDP’ê şandibûn hatin xwendin. Pîrozvahî bi govendê bidawî bû.