Li kuntarê Çiyayê Katoyê agirê Newrozê gûr bû 2024-03-20 13:12:13     ŞIRNEX - Li Elkê welatiyên ku bi meşaleyan ber bi qada Newrozê de meşiyan, li kuntarê Çiyayê Katoyê agirê Newrozê dadan û peyama azadiyê dan.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Elkê ya Şirnexê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newroz hat pîrozkirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, Parlamentera DEM Pariyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê û bi sedan welatiyên Qilêbanê beşdarî pîrozbahiya ku li bejahiya Katoye hat lidarxistin bûn.   Ji ber barîna berfê ku ev du roj in li navçeya Elkê bi bandor e, qalindahiya berfê li herêmê nêzî 20 santîmetreyan bûye. Tevî ku ji ber barîna berfê rê hatin girtin jî bi dehan welatî ji gundan bi peyatî hatin qada Newrozê.    Hevşaredara DEM Partî ya Elkê Beybûn Arslan, axivî û diyar kir ku dê di 31'ê Adarê de bersivê bidin û îktîdarê. Namzetê hevşaredariyê Agît Yîgît jî Newroza gel pîroz kir û banga mezinkirina têkoşînê kir.    Parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Nevroz Uysal Aslan jî bal kişand ser dîroka Newrozê û peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwend.    Hevserokê Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkkazak axivî û behsa berxwedana Newrozê kir û diyar kir Rêberê PKK'ê Abdullah Oalan ji bo muzakereyê amade bû. Cahît, bang li gel kir ku xwedî li vîna xwe derkevin.    Piştî axaftinan Koma Avesta û Hozan Şervan derket ser dikê. Ligel baranê girse govend gerand û Newroza xwe pîroz kir.