Li Erdîşê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' govenda azadiyê 2024-03-20 11:59:02     WAN - Li Erdîşê ligel serma û barîna berfê bi hezaran kes li qada Newrozê kom bûn û bi dirûşma "Bijî Serok Apo” li dora agirê Newrozê govend gerandin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Erdîşê bi dirûşmeya "Rabe Dema Azadî û Serkeftine ye" pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Pîrozbahiya Newrozê ya ku ji duh êvarê ve li qada Ronahî ya navçeyê bi tilîlî û alên DEM Partiyê hate xemilandin, li qadê gelek pankart hatin vekirin.    Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyê Neslîhan Şedal, namzetên Hevşaredar ên DEM'ê yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bilici, parlamentera DEM Partiyê  ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Harûn Okay, Tevgera Jinên Azad. (TJA) ji bo Newrozê çalakger, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn.   Li navçeya ku ji duh êvarê ve ji ber berfa zêde rêyên gelek gundan girtî ne, li gel şert û mercên hewayê yên xerab jî welatî ketina qadê.  Girseya di qadê hilnehat bi cil û bergên xwe yên neteweyî û bi rengên kesk sor û zer qad xemiland. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   Namzetên hevşeredariya DEM Partî yên Erdîşê Guler Temel û Baran Bîlîcî axivîn û Newroza gel pîroz kirin.    Namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî diyar kir ku dê têkoşîna xwe bi felsefeya "Jin jiyan azadî" derxin asta herî jor.    Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît jî di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên Nobeda Edaletê.    Piştî axaftinan Koma Aryen û Şehrîbana Kurdî derketin ser dikê. Gel bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" Newroza xwe ya sala 2024'an pîroz kir.