Ji Newroza Cizîrê bang kirin: Hûn nikarin serî li me bidin tewandin 2024-03-20 11:52:46     ŞIRNEX -  Parlamentera DEM Partiyê,Ayşegul Dogan, di Newroza CIîarê de axivî û got ku li gel hemû zextan jî bi gelê Cizîrê paşde gav nedan avêtin û got û wekî çareserî jî Îmrali nîşan da.     Newroz îsal li qada Newrozê ya li ser rêya Şirnexê ya navçeya Cizîrê bi dirûşmeya "Rabe dema azadî û serkeftine ye" tê pîrozkirin. Girseya ku di saetên sibehê de herikî qada Newrozê, ji du noqteyên lêgerînê derbas bû. Gelê ku beriya destpêkirina Newrozê bi saetan li noqteyên lêgerînê li bendê mabûn, piştî lêgerînê ketin qadê.    Dema jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikîn qadê,  girse bi def û zirnê govend gerand. Li qada ku tevlîbûna ciwan û jinan lê zêde ye, tevlîbûn hê jî didome. Di pîrozbahiya Newrozê ya ku bi hezaran kes lê amade bûn de, Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Ayşegul Dogan axivîn.   Newroz bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û sirûda Çarxa Şoreşe hate xwendin.   Di serî de Komîteya Amadekar a Newrozê, hevserokên Rêxistina Navçeya Cizîrê ya DEM Partiyê û namzetên hevşaredaran girse silav kirin.   Piştre Hunermend Welat stranên xwe got. Piştre jî peyama girtiyan ji girtîgehê hate xwendin. Di peyamê de hat gotin, "Me dixwest  îro li Newroza Cizîrê bin, lê dilê me bi we re ye."   'Hûn nikarin Cizîrê teslîm bigirin'   Parlamentera DEM'ê ya Şirnexê Ayşegul Dogan a ku bi tilîlî û çepikan çû ser dikê, Newroz li girseyê pîroz kir. Ayşegul, diyar kir ku Cizîr Newroz e û diyar kir ku Newroz ji bo Cizîrê xwedî wateyeke girîng e. Ayşegul got, “Newroz ruhê 92’an e. Bajarê têkoşîn û azadiyê, îro we di vî warî de carek din nîşan da ku nikarin  bi kurdan gavê paşve bidin avêtin. Cizîr di derbarê vîna xwe de careke din biryara xwe da."   'Navnîşan Îmrali ye'   Ayşegulê di berdewamiyê de wiha got, "“Kî vê îradeyê nas neke, kî Kurdan nas neke? Newroz têkoşîn e, careke din li gelê Mezopotamyayê pîroz be. Bersiva me ya li hemberî vê polîtîkaya li dijî Kurdan tê meşandin eşkere ye. Di hilbijartinên 31'ê Adarê de bi anîna leşker û polîsan, eger hûn li benda encameke cuda bin jî wê Cizîr sindoqan biteqîne û beşeke mezin ji dengan bigire. Çiqas bi hîle û sextekarî Şirnex bi dest xistin jî em ê rê nedin ku ev yek careke din pêk were. Em ê di 31'ê Adarê de mizgîniyek mezin bidin. Deriyê mizgîniyê Îmraliyê ye, hûnê wî derî vekin? Riya çareseriyê, rêya aştî û azadiyê Îmrali ye, pêwîstiya me bi tu kesî nîne, tenê hêz û vîna me têra me dike. Careke din Newroz li me hemûyan pîroz be.”   Piştre peyama Newroza 2015’an a ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve ji Amedê re şandibû hate xwendin. Piştre agirê Newrozê bi coşeke mezin hate pêxistin.   Piştî axaftinan Hîvron û koma Sorjiyan stranên xwe gotin.