'Em kesek jî bimînin em ê Newroza xwe pîroz bikin' 2024-03-20 10:30:23     Mîdye Miqted   HELEB - Jina bi navê  Sultanê Mihemed bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên berê û îro û diyar kir ku wan heta roja îro li gel hemû astengiyan Newroz pîroz kirine û niha jî  li gel zextên dewleta Tirk aamdekariya Neworoza azadiyê dikin. Sultanê got: "Em kesek jî bimînin em ê Newroza xwe pîroz bikin."      21’ê Adarê Cejna Newrozê ji bo Kurdan dîroka serhildana li dijî zilm û kedxwariyê ye. Li Kurdistanê ji salên 1990’î û vir ve ku li dijî hemû qedexeyan dîwarên tirsê hatin hilweşandin, pêxistina agirê Newrozê berdewam dike. Newroza ku li gelek bajarên Kurdistanê bi pêşengiya jinan veguherî serhildanan, bi çalakiyên Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Bedriye Taş (Ronahî), Nilgûn Yildirim (Bêrîvan), Sema Yuce û Elefterîa Fortulakî watedartir dibe.    Sultanê Mihemed ji ajansa me re derabrê Newrozên berê û îro  de axivî.   Sultanê  Newroz pîroz kir,  behsa salên berê ku bi çi astengiyan Newroz pîroz dikirin  û ev tişt got:"Em Newroza îsal li tevahî pakrewanên azadiyê pîroz dikin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin. Salên berê li Rojava ji ber zext û zordariya dewleta Sûriye 'Rêjîma BAAS' gel bi dizîka di nava malê xwe de newroz xwe pîroz dikirin.  Me tenê bi muman di nava malê xwe de agirê Newrozê geş dikir, her wiha carna jî li hin devaran deveran  ciwanên wêrek  agirê Newrozê li ser çiya û baniyan geş dikirin. Lê dema ku rejîma Sûriye ew bigirta û tespît bikira ev ciwan di her cureyê îşkenceyê re derbas dikirin û hin ji wan jî dihatin kuştin. Her wiha ev buyer û kiriyarên li dijî 20-21'ê Adarê Newrozê tenê bi Rojava sînordar nedima her wiha li çare perçeyên welat ji aliyê desthiledarên erdnîgariya Kurdistanê de rewş bi vî rengî bû. Kesên ku agirê Newrozê geş dikirin dihatin îşkencekirin."   'Newroza yekem li Efrînê li gundê Kitix hat pîrozkirin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Sultanê qala pîrozkirina newroza yekem li bajarê Efrînê kir ku li wê jî gel bi êrîşên rejîma Sûriyeyê re rûbirû maye,  hin kesên ku tevli vê nevrojzê jî bûna hatine şehîtkirin  û wiha domand:" Cara yekem Newroz bi awayek girseyî li Efrînê li Gundê Kitix Newroz hat li dar xistin di wê rojê de rêjîma BAAS'ê ji bo ku pêşî li pîrozbahiya me bigire bi awayek hovane bi ser me de hat û di wê demê de jî Şehîd jî çêbûn û gelek kes jî hatin girtin. Herwiha kesên ku wê demê karmend bûn û tevli Newroz bibûn jî ji karê saziyên dewletê hatin dûrxistin û hîna jî li wan qedexe ye ku bixebitin."   'Li Helebê Newroz bi girseyî hat pîrozkirin'   Her wiha Sultanê bahsa Nwroza ku cara yekem li Helebê jî hat pîroz kirin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Sala yekem Newroz li Helebê li devera bi navê Heqil Elremlî bi komek biçûk a govendê û şahiyek biçûk hat pîroz kirin û serkêşiya wê Newrozê ji aliyê du keçên Kobanî ve yên bi navê Leyla û Mîdye ve hat kirin.  Lê sala duyem bi awayekî fermî dik hat çêkirin ûNewroz hat pîroz kirin.  Di wê demê de kesayetek Şû`î derket ser dikê û diyar kir ku li ser Sûrên  Amedê hevaleke bi navê Zekiye Alkan agir bi bedena xwe xist û bi agirê bedena xwe agirê Newrozê geş kiriye. Di sala sêyemîn a pîrozkirina newroza li Helebê de me pir ked da ku em Newrozê pîroz bikin her wiha me wateya Newrozê bi gel da nasîn di wê demê de jî dîsa dewleta Sûriyeyê li pêşiya me astengî derxistin bi riya komikên axê rê li pêşiya me girt gelek kes hatin girtin û revandin."   'Newroz bû newroza tevahî pêkhateyên herêmê'    Her wiha Sultanê da zanîn ku di şeva wê agirê Newrozê pêxista jî wan gelek astengî dikşandin heya ku  agir bi ser baniyan dixistin. Ji ber ku dewlet her li pey wan bû. Lê gel bi wêrekî hêdî hêdî pîrozbahiya Newrozê mezin dikir  û hêdî hêdî Newroz bû newroza tevahî pêkhateyên li herêmê.  Her wiha ji milêbajarê Helebê gel berê xwe dida taxa Şêxmeqsûd û her kolaneke taxê dibû qada Newrozê."   Beriya ku Sultanê axaftina xwe bi dawî bike balkişand ser Newroza ku li Helebê dihat pîrozkirin û wiha domand:"Piştî destpêkirina êrîşên çeteyan li ser taxê Şêxmeqsûd sala yekem ku gel Newroz xwe pîrozkir gelek astengî hatin derxistin. Lê berxwedaneke mezin hebû li hemberî van astengiyan. Van astengiyan nikaribû pêşiya gel bigire û gel  Newroza xwe pîroz kir."   'Em kesek jî bimînin em ê Newrozê pîroz bikin'    Di dawiya axaftina xwe de Sultanê da zanîn ku di roja îro de bi riya êrîşên li ser herêmê dixwazin me asteng bikin lê em kesek  jî bimînin em ê Newroza xwe pîroz bikin:"Êro jî em tên astengkirin. Ji ber ku erîşên dewleta Tirk li ser herêma me dewam dikin. Lê  îro em bêhtir bi coş û bi heê in û ger bi hezaran ji me şehîd bibin jî em bê hêz nabin û ger yek ji me jî mabe wê Newroz were pîroz kirin."