24 sale li dijî asîmîlasyonê têdikoşin 2024-03-20 09:05:05       Pelşîn Çetînkaya   ÊLIH - Navenda Çanda Bahar 24 sal berê li Êlihê  li dijî qirkirina çand û zimanê Kurd wek alternatîf ji aliyê komekê ve hat avakirin. Çîçek Çelîk ku bi komek hevalên xwe re Navenda Çanda Bahar ava kirin, wiha got: “Em ê li dijî qirkirinê alternatîfên xwe her tim pêş bixînin. Bi vê saziya me vekiriye em ê Kurdî bi her kesî bidin nasîn û pêş bixînin.”   Çand û zimanê Kurdî bi salane bi polîtîkayên asîmîlasyonê re tê rû he û hewl tê dayîn Kurd bê tunekirin. Li dijî vê înkar û asîmîlasyonê di sala 2000’î de li Êlihê bi armanca alternatîf bên afirandin Navenda Çanda Bahar (BKM) hat avakirin.   Yek ji damezrînerên BKM’ê û endama Koma Koletîfa Rîtmên Azad, Çîçek Çelîk der barê xebatên saziyê de ji ajansa me re axivî.   Em dixwazin bi BKM’ê Kurdî bidin nasîn û pêş bixînin   Çîçekê got di sala 2000’î de bi armanca li dijî qirkirina çandî û ziman alternatîfê ava bikin û Kurdî zêdetir di nav gel de belav bikin Navenda Çanda Bahar ava kirine û wiha dirêjî daye: “Armanca avakirin vê saziyê, afirandina alternatîfê bû. Em her tim behsa qirkirina çandê dikin. Ji bo afirandinadina alternatîfê me sazî ava kir. Hedefa me nasandina çand û muzîka Kurdî û pêşxistine.”   ‘Li dijî polîtîkayên asîmÎlaysonê alternatîf ava kirin’   Çîçekê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li saziya me dersên erbane, saz û kemanê tên dayîn.Ji bo alternatîf hebin me xebat meşandin. Pêvajoyên pêş de em ê pol û qursan vebikin. Me projeyên xwe pêşkêşî şaredariya jî kir. Em ê tiştên hîn xweşiktir bikin. Em li ser qursên xwe disekinin. Em dixwazin xwe bigihînin zêdetir ciwanî. Saziya me her roj vekiriye. Her kes dikare bê vê saziyê.”   ‘Bi awayekî kêfî asteng kirin’   Çîçekê diyar kir ku bi awayekî aktîf di 8’ê Adar, Newroz, mîtîng û bernameyên çandî de cih digirin û got gelek caran derketina ser dîkê li wan hatiye qedexekirin û astengkirin.Beriya 8’ê Adarê bernameya me ya li Mersîn û Edenê wê pêk bihata. Em çûn Mersînê. Eleqeya gel pir baş bû. Em derketin ser dîkê. Piştre em ê biçûna Edenê. Lê bi awayekî kêfî destur nedan û qedexe kirin. Em van qedexeyan qebûl nakin û wê muzîka xwe her tim bikin.”   ‘Me û zimanê me nas nakin’   Çîçekê di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku di rojên borî de mîtînga wan ya li Farqînê hebûye û polîsan hewl daye asteng bike û got: “Polîs ketin qadê û hewl dan me asteng bikin. Ji ber vê em dereng ketin qadê. Piştre nehiştin em stranên xwe bêjin. Stranên me wan hildibijartin. Digotin stranan biguherin. Ji ber vê em hewl didin alternatîfan biafirînin. Em li dijî qedexeyan dipên û em ê kêm nebin. Em ê her tim li ser dîkê bin.”