Ji bo Newroza Amedê bang:Em li dijî Dehaqan li qadan bin 2024-03-20 09:03:09       Rozerîn Gultekîn   AMED - Jinan beriya Newroza Amedê ku wê bi dirûşma ‘Rabe dema azadî û serkeftinê ye’ pêk bê bang kirin ku divê her kes li dijî Dehaqn qada Newrozê tije bikin û gotin: “Bila ji bo jiyana azad jin di Newrozê de dengê xwe bilind bikin.”   Newroza 2024’an ku starta wê li Dep a Xarpêtê ku warê Mazlum Dogan bû û Kadîfekale ya Îzmîrê ku Rahşan Demîrel bedena xwe da ber agir, hat dayîn wê di 21’ê Adarê de li ‘dilê Kurdistanê’ Amedê bê pîrozkirin. Beriya Newrozê, li hemû navçeyên Amedê bi dirûşmeya ‘rabe dema azadî û serkeftinêye’ pîrozbahî pêk hatin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Komîteya Tertîp a Newrozê Nesîbe Uygun û hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Pinar Sakik Tekîn diyar kirin ku wê 21’ê Adarê de li Parka Newrozê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind bikin û banga tevlibûnê li hemû kesî kirin.   ‘Meşaleya Newrozê di destê jinan de bilind dibe’   Nesîbe Uygun destnîşan kir ku Newroz ji bo gelê Kurd girînge û bi serhildana Kawa a li dijî Dehaqa  hatiye destpêkirin bi serhildana li zindana Amedê berdewam kiriye. Nesîbeyê ev tişt bi lêv kir: “Piştre meşaleya Newrozê Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel hilda. Ev meşale îro ji aliyên jinên Kurd ve tê bilindkirin. Newrozê her tim bixwe re hêvî û berxwedan anî. Bi salane li ser Birêz Ocalan tecrîd pêk tê. Îsal wê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd Newroz pêk bê.”   ‘Wê jin dengê xwe bilind bikin’   Nesîbeyê daxuyakirin ku Amed dile Kurdistanê ye û ji bo vê jî divê Newroza wir pir xurt derbas bibe û wiha domand: “Divê li qada Newrozê rihê yekitiya gelê Kurd bê nîşandan. Desthilatdarî hewl dide jiyana jinan bi teşe bike. Lê jin li dijî vê serî hil didin. Dibêjin Dem dema jinê ye. Agirê Newrozê bi rojane destê jinan de ye. Ji bo jiyanek azad û demokratîk wê jin dengê xwe di Newrozê de bilind bikin. Divê her kes wê rojê li qada Newrozê cihê xwe bigire.”   Bi hêza ji 8’ê Adarê hatiye girtin diçin Newrozê   Pinar Sakik Tekîn jî destnîşan kir ku bi heza ji 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê girtine diçin Newrozê û wiha bi lêv kir: “Em wek neviyên Medan di 21’ê Adarê de Newrozê pîroz dikin.Newroza 2024’an ji bo Kurdan pir girînge. Birêz ocalan 25 sale girtiye û 36 mehe agahî jê nayê girtin. Hevalên me ji bo vê tecrîdê bişkînin bedena xwe dane ber birçîbûnê. Di hema demê de nobetên edeletê hene. Meşa Azadiyê pêk hat. Em ê Newroza 2024’an de bêjin ‘rabe dema azadî û serkeftinê ye’.”   ‘Dîmenê 31’ê Adarê wê 21’ê Adarê de diyar bibe’   Pinarê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Tabloya 31’ê Adarê wê 21’ê Adarê de diyar bibe. Roja me ya Newrozê li dijî Dehaqan pêk tê. Em hemû bi reng, bawerî û zimanên xwe ji bo bêjin ‘rabe dema azadî û serkeftinê ye’ li qada Newrozê bin.”