Li goristanan mûm pêxistin 2024-03-20 08:37:07       HELEB - Bi boneya hatinaNewrozê, serdana goristanên pakrewanan hat kirin û li ser gora pakrewanan mûm hat vêxistin.   Meclisên Malbatên Şehîdan a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi munesebeta hatina Newrozê serdana goristana pakrewanên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin.   Bi dehan malbat û zarok û endamên sazî û gel kom bûn. Li goristanê deqek rêzgirtin pêk hat û piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ayşa Hiso axivî û roja vejînê li Rêber Apo û gel û pêkhateyên û şervanên azadiyê û gerîla pîroz kir.   Ayşa Hiso wiha domand: "21'ê Adarê roja giran biha ji bo gelê aştîxweze, lê li hember wê hertim dijmin xwestin vîna gel bişkîne. Taybet wek gelê Efrînê bi dagirkeriya wan, lê em şagirtê Rêberê Apo ne."    Ayşa Hiso dawiyê de got ku armanca me îro rizgarkirina axê dagirkirîne û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û wiha bi lêv kir: "Azadiya Ocalan azadiya me ye, em gelê şehîdan e û emê  têkoşîna xwe bilind bikin û xwe bighînin lutkeya serrkeftinê.2   Paşê dirûşma "Bijî berxwedana gerîla", "Azadî ji Rêber Apo re" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin û mûm li ser goran hatin vêxistin