Emîne Şenyaşar fitara xwe li ber wezaretê vekir 2024-03-19 22:03:37   ENQERE - Emîne Şenyaşar ya li ber Wezareta Dadê çalakiya xwe didomîne îro fitara xwe li ber wezaretê vekir.   Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên wê ji alî parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibû qetilkirin, bi daxwaza ku Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) e, ji bo darizandina faîlan û berdana Fadil Şenyaşar li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn li Enqereyê li ber wezareta dadê di roja 55’emîn de berdewam kir.   Malbatê fitara xwe li ber wezaretê  vekir. Parêzerên  endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û welatî çûn serdana malbatê. Malbat piştî fitarê çûn meclîsê.