Li Cizîr û Hezexê sibê Newroz tê pîrozkirin 2024-03-19 14:42:16     ŞIRNEX - Li Cizîr û Hezexê sibê Newroz tê pîrozkirin.    Îsal li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi dirûşmeya “Rabe dema serkeftin û azadiyê ye” pîrozbahiyên Newrozê tên li dar xistin. Yek ji navendên ku sibê pîrozbahiya Newrozê hatiba li dar xistin jî navçeya Cizîr a Şirnexê ye. Newroza Cizîrê ku ji bo 19’ê Adarê dihat plankirin ji ber rewşa hewayî hatibû taloqkirin.    Komîteya amadekar a Cizîrê der barê pîrozbahiya Newrozê de li qada Newrozê de daxuyanî da. Berdevka DEM Partiyê Ayşegûl Dogan, parlamenterê bajêr Zekî Îrmez, namzeta hevşaredariya Cizîrê Guler Tunç Yerbasan tevlî bûn. Daxuyanî ji komîteya amedekar Cahît Akil ve hat kirin.    Cahîd, diyar kir ku wan ji ber şert ûmercên hewayî pîrozbahî taloqkirin û bang li gel kir ku sibê bên Newrozê û got: "Gelê me yê hêja ji ber şert û mercên hewayî me Newroza xwe taloq kiribû sibê seat 10’an em ê li qada Newrozê agirê Newrozê pê bixin. Banga me ji gelê me ye ku sibê bên em bi hev re Newrozê pîroz bikin. Newroz pîroz be.”   Her wiha sibê li navçeya Hezexê jî li ber avahiya DEM Partiyê pîrozbahiya Newrozê bê li dar xistin. Komîteya Amadekar a Newrozê di avahiya partiyê de bang li gel kir ku sibê tevlî Newrozê bibin.