Serhat bi agirê Newrozê germ bû 2024-03-19 14:14:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendên Serhedê Newroz ligel baran û berfê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” û bi gerandina govenda azadiyê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de daxwaza Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin.   Coşa pîrozkirina Newrozê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên li gelek navendên Serhedê ligel baran û berfê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Agirê Newrozê hat pêxistin û govenda azadiyê hat gerandin.    Panos    Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Panos a Agiriyê li rex Navenda Çandê hate lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi flamayên DEM Partiyê hate xemilandin. Şêniyên navçeyê tevî barîna baran û berfê jî herikîn qadê û govenda Newrozê gerandin. Tevlibûneke xurt a ciwanan hebû. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" hate berzkirin û pîrozbahî bi axaftinan dom kir.    Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Panosê Rojbîn Kartal di pîrobahiyê de wiha got: “Em neferên têkoşîna Kawayên şoreşger a li dijî Dehaqan e. Em li dijî xiyanetê mîna Rahşanan, mîna Semayan bedena xwe dikin mertal. Bi vê îrade û azweriyê em amade ne ku xizmetê ji gelê xwe re bikin. Em baş bi pirsgirêkên Panosê û çareseriyên wê dizanin.”   Namzetê din ê hevşaredariyê Kerem Kirtay jî wiha got: “Dem dema azadiyê ye. Em bi hev re bimeşin. Gelo hûn amade ne ku em Panosê bi hev re birêve bibin? Em hewl bidin layiqî we bibin.”    Aktîvîsta TJA’yê Helen Işik jî bal kişand ser grevênb birçîbûnê yên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Ew îradeya me ne. Îradeya gelê kurd nas nakğin. Em neviyên Şêx Seîd in. Em ê tu caran ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin.”   Milazgir    Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Milazgir a Mûşê jî Qada Qesaban bû. Tevî şert û mercên nebaş ên hewayî jî pîrozbahî bi tevlibûna hezaran kesan hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî tev li pîrozbahiyê bû. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de pankartên “Bi rihê Rewşanan Newroz Pîroz be” û “Newroza me biqudret e” hatin vekirin. Zarok û jin bi cil û bergên kurdî ketin qada pîrozbahiyê. Welatiyan heta demekî dirêj govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Kemal Ozel di pîrozbahiyê de spasiya gel kir ku tevî hewayê nebaş jî hatine qadê. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Yafes Dînar jî got ku Newroz roja azadî û berxwedanê ye û Newroza her kesî pîroz kir.    Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Milazgirê Gulistan Ozel jî wiha got: “Newroz, roja berxwedan û azadiyê ye. Em ê berxwedana xwe ya 31’ê Adarê bi coşa Newrozê mezintir bikni. Bi ruhê Kawayê şoreşger em ê di 31’ê Adarê de tiştên aydê xwe dîsa bistînin. Rojên azad ên ku jin, ciwan û gelê me bijîn nêz in.”    Namzetê din ê hevşaredariyê Ahmet Kenan Turker jî wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî de Newroza xwe bi coş û kelecaneke mezin pîroz dikin. Bila Newroz bibe wesîleya aştî, azadî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk.”    Kop    Pîrozbahiya Newroza navçeya Kopê ya Mûşê jî bi tevlibûna sedan welatiyan hat pîrozkirin. Pîrozbahî li rex Termînala Kopê hat lidarxistin û qad bi flamayên DEM Partiyê hat xemilandin. Xelkê navçeyê ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê.    Bi taybet jî tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan hebû û welatiyan li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin. Welatiyên li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.    Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Kopê Aryan Dogan û Arafat Kardagi û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    Namzeta hevşaredariyê Aryan Dogan wiha bangî gel kir: “Me îro li vir careke din dîrok nivîsand. Bêguman ev dîrok nexşerêya aştî û demokrasiyê ye. We îro ragihandin ku em ê xwedî li vê nexşerêyê derkevin. Bila her kes baş li vê qadê binêre. Em dibêjin ku dem dema serkeftinê ye, dê kesên ziman, dîrok û çanda me qedexe dikin qebûl nekin û di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin. Gelê me bi girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman xelas nabe. Heta ku gelê me li van qadan be hûn dê nekarin bi ser kevin. Hêvîdarim Newroz bibe wesîleya azadiyê.”     Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî piştre çendek beşên nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend. Piştre jî Boz ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û hevdîtin tên astengkirin. Çima? Ji ber ku dizanin ku gotineke birêz Ocalan dê gelek pirsgirêkên vê îktîdarê afirandine berevajî bike. Lewma ji dengê wî ditirsin. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir lê li tevahiya welêt belav bû. Her wiha li girtîgehan li dijî tecrîdê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Dayik jî di Nobeta Edaletê de ne. Peyama wan pir zelal e; daxwaza azadiya birêz Ocalan û bidawîkirina zextên li ser girtiyên siyasî dikin. Em jî li vir careke din dibêjin ku ji birêz Abdullah Ocalan re azadî û dawî li zextên ser girtiyan bînin.”    Herî dawî jî  Boz anî ziman ku dê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser kevin.    Hunermenda Şehrîbana Kurdî piştre derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.    Qaxizman     Li navçeya Qaxizman a Qersê bi tevlibûneke zêde ya jinan û ciwanan Cejna Newrozê hate pîrozkirin. Gelek kes bi cilên xwe yên neteweyî tev li pîrozbahiya li navçeyê hate kirin bûn.   Hevberdevka Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli bal kişand ser avadaniya demografik a navçeyê û wiha got: “We tu caran di nava gelan de cihekarî nekir. Me ji heman tirarî av vexwar, li ser heman sifreyê xwarin xwar. Ji bo ku ev xwişk û biratiya gelan xera nebe, îro jî em azerî, tirkmen û terekeme bi hev re dijîn. Em ê dîroka xwe radestî nêçîrvanên biyanî nekin.”   Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuj Ûçar jî qala girîngiya Newrozê û hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê kir û wiha got: “Li vê erdnîgariyê gel bi hev re dijîn. Dîsa li vê erdnîgariyê dê gel kudreta xwe di 31’ê Adarê de nîşan bidin. Dê modela bi hev re jiyanê nîşan bidin.”   Piştî axaftinan hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Nûrcan Degîrmencî û Mehmet Serhad derketin ser dikê. Welatiyên li qadê demekî dirêj li ber stranan govend gerandin.   Qerecoban    Newroz, li navçeya Qerecoban a Erziromê jî hate pîroz kirin. Ji bo pîrozbahiyan bi sedan kes hatin bahev. Di pîrozbahiyên ku Serokwekîlê Koma DEM Partiyê û parlamenterê Mûşê Sezaî Temellî jî beşdar bû de bi dirûşmeyên hatin berzkirin daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate kirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglû yê di pîrozbahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de axivî, wiha got: “Şerê me li dijî tu netew, ol, mezheb û koman nebûye, nabe. Şerê me li dijî bindestiyê, nezaniyê, neheqiyê, paşverûtiyê û her cure zext û metîngeriyê bûye.     Parlamenter Sezaî Temellî jî di axaftina xwe de wiha got: “Çareserî ew e ku mirov bi muxatabê wê re rûne. Kesê vê gavê biavêje, birêz Ocalan ê rêya sêyemîn vekiriye. Divê ev rê teqez were vekirin. Divê herkes bizane ku yekane muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e.”   Piştî axaftinên hatin kirin, agirê Newrozê hate vêxistin. Girseya li ber stranên Hunermend Denîz Esmer ê derket ser dikê govend gerand, têra dilê Newroz pîroz kir.    Erdexan   Pîrozbahiya Newrozê li ber Postexaneya Navendî ya Erdexanê pêk hat. Gelek kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rezgirtinê pîrozbahî destpêkirir. Hevşaredarê Mêrdînîkê Serkan Yilmaz, axivî û diyar kir Gelê Kurd her tim daxwaza azadiyê kir û çend hat qetilkirin jî banga aştiyê kir.    Parlamentera DEM Partiyê ya Burcugul Çubuk, jî diyar kir ku dem dema azadiyê ye û dê dev jî têkoşîna azadiyê bernadin.    Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a sala 2013'yan hat xwendin.    Pîrozbahî bi stranên hunermend Şerzan dewam kir.