Ji Dêrsimê peyam: Li dijî tifaqa JÎTEM'ê tifaqa Dersimê 2024-03-19 13:48:11     DERSIM - Cîgira Serokê Koma DEM’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît di Newroza Dêrsimê ya ku bi hezaran kes beşdar bûn de axivî û got, “Dehakên modern îro AKP, MHP, Hizbulkontra, Tifaqa JÎTEM’ê ne. Li dijî vê tifaqê tifaqa Dêrsimê ya ku ji Dêrsimê derketiye holê heye."   Li Dêrsimê pîrozbahiyên Cejna Newrozê hat pîrozkirin. Beriya pîrozbahiyên ku di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li Qada Seyîd Riza hat pêkanîn, meş hate lidarxistin. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan û endamê Federasyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz jî di nav de bi hezaran kes tev li meşê bûn.    Di pîrozbahiyê de Dayikên Aştiyê di rêzên herî pêş de bûn û li Qada Seyîd Riza pankartên “Agirê çaran gihişt milyonan” û “Tu yî mizgîniya me, serdar û rêzanê me” hatin hilgirtin. Tevlibûneke xurt a jin û ciwanan hebû. Li qadê gelek caran dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.    'Silav ji girtiyan re’   Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Dêrsimê Ozcan Gurtaş axivî. Gurtaş bal kişand ser têkoşîna hevpar û got ku dem dema serkeftina DEM Partiyê ye, yekbûn û têkoşînê ye. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak gel silav kirin. Orhan got ku Newroza sembola jiyanê ya elewiyan e, keleha aştiyê ye û agirê azadiyê yê di dilê ciwanan de ye. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.    Namzet Cevdet Konak jî qirkirinên di dîroka komarê de hatine kirin bi bîr xist û got ku dê têkoşîna li dijî polîtîkaya zext û zordariyê di 31’ê Adarê de mezintir bikin. Konak, anî ziman ku dê di 31’ê Adarê de bi coşa Newrozê şimaqekî li bin guhê faşîzmê bixin.    Nameya Ocalan   Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an xwend. Kordu, anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê şert e.    Nûnerê SMF’ê Nahîr Gurz jî got ku hevgirtina li hemberî Dehaqê roja me, berpirsyartiyeke dîrokî ye û got ku ew ji niha ve serkeftina xwe ya 31’ê Adarê pîroz dikin. Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî got ku qadên Newrozê, ruhê serhildanê yê li dijî tecrîd, qirkirin, mêtingerî û siyaseta tunekirinê ye.  Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî anî ziman ku parlamenterên bi dengên kurdan hatine hilbijartin îro girtî ne û da zanîn ku dê têkoşîna wan a li dijî vê zilmê bidome.    'Hezar silav ji Ocalan re’   Herî dawî jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Koçyîgît, diyar kir ku li dijî Dêrsimê sefer dibe lê her tim gelê Dêrsimê bi ser ketiye û ev tişt anî ziman: “Em li Dêrsimê ji Qada Seyîd Riza silavan ji Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Nûrhayat Altûn re dişînin. Hezar silav ji birêz Ocalan re. Birêz Ocalan dibêje ‘ez dikarim pirsgirêka kurd di hefteyekê de çareser bikim.’ Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.”    'Tifaqa Dêrsimê’   Gulîstan, axaftina xwe wiha qedand: “Vê berxwedana dîrokî em gihandin van rojan. Me her tim li dijî zilimkaran li ber xwe da. Dehaqên hemdem ên îro AKP û MHP ne. Hîzbûlkontra ye, tifaqa JÎTEM’ê ye. Li dijî tifaqa JÎTEM’ê, Tifaqa Dêrsimê heye. Dêrsim rê nade Yezîdan.”   Piştî axaftinan, ciwan bi şel û şepikan derketin ser dikê û helbesta Arjen Arî ya “Efendîno” xwendin. Bi xelasbûna helbestê re bi hezaran kesan bi carekê tililî avêtin û li çepikan xistin. Piştre jî agirê Newrozê bi coşeke mezin hate vêxistin. Bi hezaran kesan li ber stranên Gulseven Medar, Alî Dogan Gonultaş û Civaka Muzîkê ya BEKSAV’ê xelekên govendê gerandin û pîrozbahî bi dawî bû.