Jinên efrînî: Em ê vegerin ser axa xwe 2024-03-19 13:22:53     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên efrînî yên li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dijîn diyar kirin ku "Ger bi dayikên pakrewana mabe wê Efrîn rizgar bibe û em ê vegerin ser axa xwe."   6 sal di ser dagirkirina bajarê Efrînê re derbas bû. Duh welatiyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê yên ku piraniya wan Efrînî ne di bin dirûşmeya "Azadiya fîzîkî ya rêber Apo misogeriya rizgarkirina Efrîn û tevahî herêmên dagirkirî ye" daketin qadan û vê roja reş şermezar kirin,meş ji pêşiya Eywana 8`ê adarê a ku dikeve milê Xerbiya Taxê destpêkir û ber bi taxên Şerqî ve herikîn.    Jinan ji ajansa me me re axivîn û diyar kirin ku dê rojek vegerin ser axa xwe.   'Berxwedan dê bidome'   Dayika pakrewan Cûdî Emenos Leyle Murad, da zanîn ku berxwedana wan heya vegerê berdewam e û pê de çû: "Weke îro em bi darê zorê ji welatê xwe koçber bûn ew jî ji aliya dewleta Tirk a dagirker û çete û hevalbendên wan ve bû. Rast e em ji welatê xwe derketin lê belê giyan û dile me li Efrînê ye em Efrîna xwe ji bîr nakin heya vegera me nebe wê tekoşîna me jî bi dawî nebe û wê berxwedana xwe dom bikin."   'Em darê xwe ji dijminan re nahêlin'   Dayika pakrewan Baz Cûmene Hemîd jî diyar kir ku 6 sal in ji warê xwe dûr in û got: "Ev bû 6 sal ku em dûrî welatê xwe ne. 6 sal welatê me di bin dagirkeriyê de ye. Lê li vir berxwedana me her dom dike ji ber ku hêviya me ew e ku em ê vegerin welatê xwe, em warê xwe darên xwe ji dijminan re nahêlin heya ku dayikên pakrewana li ser piyan e vegera Efrîn dê misoger bibe."   'Berxwedan erka me ya sereke ye'    Dayika pakrewan Egîd Çiya Elîf Mustefa, wiha nêrînên xwe ji ajansa me re anî ziman: "Em ê her roj asta berxwedana xwe mezinttir bikin. Em dest ji axa xwe bernadin çavê me her li welatê me ye û her berxwedanî wê bimîne erka me ya serek e."