Ji Rihayê ji bo tevlibûna Newrozê bang 2024-03-19 12:06:21     RIHA - Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Taş banga tevlîbûna Newroza ku dê di 23'ê Adarê de li Rihayê bê pîrozkirin kir û got, "Êdî dema şikandina tecrîdê û bi Rêbertî re jiyana azad e."   Komîteya Amadekar a Newrozê ya Rihayê, têkildarî Newroza Rihayê ya ku wê di 23'ê Adarê roja Şemiyê de li qada li kêleka Stadyûma 11'ê Nîsanê bê pîrozkirin, daxuyaniyek da. Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Rihayê Celaledîn Erkmen û Gulşen Ozer û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li ber avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya navendî Halîliyeyê daxuyanî dan. Namzetên hevşaredar ên navçeyên navendî yên Karakopru, Eyyûbiye û Halîliyê yên DEM Partiyê û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.   Hevberdevkê Komîteyê Ahmet Taş di daxuyaniya xwe ya ku pankarta "Rabe Newroz Hat! Niha dema azadiyê ye" hat vekirin de wiha got: "Newroz bi hemdemkirina Mazlûm Dogan ji ji Hesinkar Kawa girtiye pêşkêşî me hat kirin. Gelê Kurd di her kêliya dîrokê de li dijî desthilatdarî, kolonyalîstan, dagirker û qirkeran têkoşîna mezin meşandin."    'Dema li dijî qirkirinê ye'   Ahmet di berdewamiya axaftina xwe de der barê Newrozê de ev agahî parve kir: “Em ê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Parlamenterên DEM’ê yên Riha, namzetên hevşaredariyê  yên bajar û navçeyan û hunermend Ozan Kazo û JÎNMA’yê Newrozê organîze bikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin Newrozê û meşaleya berxwedan û azadiyê ya ku me ji Kawayê Hesinkar, Şeyh Saît, Seyîd Riza, Mazlûm Dogan û Birêz Abdullah Ocalan girtiye. Dema şikandina tecrîdê û jiyîna azad a bi Rêberê xwe re, pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurd, parastina nasname û çanda xwe ya bi zimanê dayikê, li dijî dagirkerî, îstîsmar û qirkirinê ye.”   'Em ê li qadên aştiyê bin'   Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Rihayê yê  DEM Partiyê Celalettîn Erkmen di daxuyaniyê de axivî û got, "Em ê wê rojê 31'ê Adarê weke roja serketinê îlan bikin. Em ê  hemû şaredariyên xwe  bikin şaredariya gel." Namzeta din a hevşaredar Gulşen Ozer jî got, “Di 23’ê mehê de ji bo aştiyê  li qadan bin.”