Namzeta Rêzanê: Em ê pirsgirêkan bi gel re çareser bikin 2024-03-19 09:04:00       Şehrîban Aslan   AMED - Namzeta hevşaredariyê ya Rêzan a DEM Partiyê Leyla Ayaz got: “Demên şaredariyên me de hişbir di asta herî jêrde bû. Em ê ewil li dijî polîtîkayên şerê taybet têbikoşin. Em pirsgirêkan bi gel re çareser bikin.”   Ji hilbijartinan re demek kurt ma. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li her derê xebatên xwe didomînin. Namzetên hevşaredariya Rêzan yên DEM Partiyê Leyla Ayaz jî xebatên xwe didomînin.   Leyla Ayaz ji JINNES’ê re derbarê pêvajoyê de nirxandin kir.   ‘Bi salan min di qadên cuda de xebat meşand’   Leyla di 1980’ê de li Licê ya Amedê hatiye dinê, li Zanîngeha Ataturkê, Rêveberiyên Herêmî xwendiye. Leylayê wih agot: “Demek dirêje di têkoşîna azadiyê de me. Li dijî tundiya li hember jinê her tim di têkoşînê de bûm. 5 salan min hevserokatiya MEBYA-DER’ê kir. 3 salan hevserokatiya TUHAD-FED’ê kir. Min rêveberiya DBP’ê kir. Sê salan di bi bana TJA’yê de xebitîm. Niha namzeta Rezan a DEM Partiyê me.”   ‘Leylayê sedema namzetiya xwe jî wiha daxuyand: “Ev du deme qeyûm tên tayînkirin. Li dijî siyaseta qeyûman ji bo xwedî li îrade, nasname û têkoşîna xwe derkevim min serlêdan kir. Di salên 90’î de Rezan pir koçberî girt. Pir kesî koçî Rêzanê kir. Aliyê xizan yê gel e. Polîtîkayên şerê taybet ciwan ber bi fuhuş û hişbirê didin. Ji bo navçeyek xwedî nirxe. Ji ber vê li wir bûm namzet.”   ‘Em ê ewil saziyên hatine girtin vebikin’   Leylayê balkişand ser polîtîkayên şerê taybet û wiha bi lêv kir. “Li Rêzan pir zêde pêk tê. Em pir bûm şahide polîtîkayên desthilatdariyê. Ez vê rewşê hem dibînim hem dibihîzim. Salên 90’î de gelek kesî koçî navçeyê kir. Bi koçberiyê re gel xizan ket. Ji bilî wê sala borî erdhej pêk hat. Navçeya herî zêde ji erdhejê bandor bû Rêzan bû. Li vê betalî û polîtîkayên qeyûm zêde bûn. Qeyûman hemû saziyên jin û ciwanan girtin. Li dijî vê polîtîka me wê çi be? Em çawa bên ewil em ê saziyên jinan, stargeh, navendên ciwanan vebikin.”   ‘Em ê bi hev re çareser bikin’   Leylayê projeyên xwe wiha vegot: “Li şûna li şaredariyê proje bên hilberandin divê bi gel re bê runiştin. Em ê bi gel ê we re rûnin û em pisgirêkên taxan bipirsin. Em ê bi hev re tespît bikin û çareser bikin. Welatî dixwazin ciwanên ketine nav lepê hişbirê bên xilaskirin. Ya din jî dixwazin îradey axwe li şaredariyan bixwazin. Jin koperatîfan dixwazin. Daxwaza kahweya jinê derket pêş. Bi taybet jinên Qerejdaxê dibêjin zîhniyeta mêran biguherin. Daxwaza herî mezin a jinan azadiye. Jin xwe bi ewle nabînin. Cihekî serî lê bidin tuneye. Berê Navenda Jinan a Kardelenê ya Baglarê hebû. Stargeh hebû. Koperatîf hebû. Armanca me ev ku em van ji nûve vebikin.Em li her  bi dilgermî tên pêşwazîkirin. Ev me kêfxweş dike. Em spasiyên xwe ji bo gelê xwe dikin.”    20 hezar deng hatine veguhestin   Leylayê dawiya axaftina xwe de balkişand ser dengen hatine veguhestin û wiha got: “Yek ji mijarek din ya girîng hilbijêrên hatine veguhestinê ne. Li Rezan 20 hezar hilbijêrên bê qeyd anîne. Ev kîne, ji ku hatine, agahiya me tuneye. Me îtîrazên xwe kirin. Lê encamek erênî nehat bidestxistin. Ji ber vê hemû kesên ji derveyê bajêr bila bên dengên xwe bikar bînin.”