ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-19 09:00:00     *  Namzeta hevşaredariyê ya Rêzan a DEM Partiyê Leyla Ayaz got: “Demên şaredariyên me de hişbir di asta herî jêrde bû. Em ê ewil li dijî polîtîkayên şerê taybet têbikoşin. Em pirsgirêkan bi gel re çareser bikin.” BI DÎMEN    * Sema Yuce ku got "Ez dixwazim bedena xwe ji 8’ê Adarê heta 21’ê Adarê bikim pir" di Neworzê de çalakî pêk anî û bû Newroz. (DOSYA)   * Dayika Sema Yuce Zennûre Yuce diyar kir, Sema bû yek ji kesayetên pêşeng ên Gelê Kurd, bi hezaran ciwan îlham girt û got: "Min soz da Semayê. Ez tu carî dev ji vê dozê bernadim. Min soz da ku ez li ser axa xwe bimînim û di nava xweza û çanda xwe de bijîm û heta nefesa xwe ya dawî ez ê têkoşîna xwe bidomînim." BI DÎMEN    *Nobetên Edaletê li 8 navendan bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” didome. Çalakvanên li Mêrdînê bal kişandin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê ya girtiyan û gotin: "Em li vir ji bo serokê xwe û ji bo zarokên xwe nobedê digirin. Çareserî dê bi hevditina serok re pêk bê."  BI DÎMEN    *Namzeda Hevşaredariyê ya Qaqizmanê ya DEM Partiyê Guner Hatay,  diyar kir ku gel û bi taybetî jin bi heyecaneke mezin li benda DEM'ê ne. Gunerê bal kişand ser projeyên xwe yên li ser jinan ên ji bo navçeyê û destnîşan kir ku ew ê pirsgirêkên heyî yên navçeyê çareser bikin û got, "Em ê ji bo gelê xwe çi ji destê me were bikin." DÎMEN HEYE   * 6 sal di ser dagirkirina bajarê Efrînê re derbas bû dayika bi navê Wehîde Birîmko diyar kirin ku berxwedana wan ji bo vegera li ser axa xwe berdewan dike. BI DÎMEN