Di Nobeda Edaletê de bertek nîşanî binçavkirina dan 2024-03-18 16:09:10     ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ku li Navçeya Konakê tê lidarxisitn de bertek nîşanî binçavkirinên piştî Newroza Îzmîrê hatin dayîn.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin û pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girt^î û Hukumxaran Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 42’emîn de berdewam kir. Gelek welatiyan nobeda ku li Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Paartî) a navçeya Konakê didome ziyaret kirin. Di çalakiya nobetê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî" û "Heq Hiqûq edalet" hatin hatin berzkirin.   Bila bipirsin, "Dayik ji bo çi têdikoşin?"   Di çalakiya nobedê de xizma girtiyê bi navê Hanîfe Gumuş axivî û diyar kir ku Nobeda Edaletê ber bi meha duyemîn ve diçe û destnîşan kir ku dewlet di vê mijarê de deng dernaxe û guh û çavên xwe girtiye. Henîfe got, “Em dayikên girtiyan, dayikên şehîdan in. Îcar çima ev dewlet dengê xwe nake? Zarokên me zêdeyî 100 roj in di greva birçîbûnê de ne. Em dixwazin edalet pêk were, em dixwazin dewlet dengê xwe bilind bike. Zarokên me yên di greva birçîbûnê de ne nexweş dikevin, bi sedan girtiyên nexweş hene. Ev dewlet di vê pêvajoya hilbijartinê de ne deng derdixe û ne jî daxuyaniyê dide dayikan. Bila bipirsin, ev dayik çi dixwazin, ji bo çi şer dikin? “Em dixwazin ev îşkence, ev zilm, ev greva birçîbûnê bi dawî bibe."   'Em li pişt Birêz Ocalan in'   Hanîfe destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û diyar kir ku heta daxwazên girtiyan neyên cih ew ê piştgiriyê bidin girtiyan û nobeda xwe bidomînin. Hanîfe bi bîr xist ku ev 3 sal in tu aagahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got, "Pêwîste malbat û parêzer biçin cem wî. Em rewşa birêz Ocalan nizanin. Ev çi dewlet e, ev çi edalet e? Li tu derê dinyayê îşkenceyeke wiha tune ye. Em ê ne destê birêz Ocalan û ne jî destê girtiyên xwe bernedin. Em ê hem li pişt zarokên xwe û hem jî li pişt Birêz Ocalan bin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li cem zarokên xwe bin."    'Bila ev Newroz bibe Newroza aştî û wekheviyê'   Henîfe bi bîr xist ku piştî pîrozbahiya duh a Newrozê gelek kes hatin binçavkirin û got, “Ev çi mirovatî ye, ev çi edalet e? Newroz li hemû cîhanê hat pîrozkirin. Bi van binçavkirin û vê çewisandinê hûn ê heta ku derê biçin? Bes e! Cejna Newrozê li hemû girtiyên di girtîgehan de û hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne pîroz dikim. Hêvî dikim ev Newroz bibe Newroza aştî û wekheviyê. Îro girtiyek 30 salî ji girtîgehê derket. Em gelek kêfxweş in, hêvîdar im di zûtirîn dem de hemû girtî bên berdan. Bijî berxwedana zindanan"   Çalakiya nobedê bi stran û serdanê dewam dike.