Nobeda Edaletê: Di Newrozê de banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin 2024-03-18 15:26:51     WAN - Hat diyarkirin ku di çalakiya Nobeda Edaletê ya li Wanê de bi sedhezaran kesên ku di Newrozê de daketin qadan hatîn bibîrxistin û hat gotin ku girseya Newrozê  ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyameke zelal daye.   Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya Komelya Pîştevaniya bi Malbatên Gîrtî û Hukumxaran  (TUHAY-DER) di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Wanê hatiye destpêkirin di roja 102'an de didome.  Çalakiya nobedê ya li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, ji aliyê Rêxistina Navçeya Artemêtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), namzeta Hevseroka Şaredariya Artemêtê ya DEM Partiyê Rabîa Başak Koç û Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ve hat ziyaretkirin.    Çalakiya nobetê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna edaletê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir û bi axaftinan berdewam kir.   'Em li cem Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên xwe ne'   Hevseroka Navçeya DEM’ê ya Artemêtanê Reyhan Kaplan di çalakiya nobetê de axivî û diyar kir ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar dikin û got, “Barê vê têkoşînê li ser milê me hemûyan e, ne tenê dayikên me. Divê em hemû piştgiriyê bidin dayikên ku çalakiya Nobeda Edaletê didomînin. Em li cem Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên xwe ne."   'Newroza me bersiva sîstemê ye'   Piştre Hevserokê TUHAY-DER'a Wanê Çetîn Uyar axivî û diyar kir ku divê her kes piştgiriyê bide çalakiya nobedê û her kes sazî, çalakî û têkoşîna xwe biparêze. Çetîn Newroza her kesî pîroz kir û got, "Di Newroza Wan, Stenbol û Colemêrgê de gel bi coşeke mezin daketin qadan, ev tenê ne pîrozbahî ye û bersiveke jî bo sîstemê."   'Em destê xwe dirêjî edaletê dikin'   Herî dawî endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Zekiye Kaya diyar kir ku Newroz ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyameke zelal e û got, "Ev bihar wê ji bo me hemûyan bi mizgîniyek xweş were. Em ji bo edaletê destên xwe dirêj dikin. Malbatên girtiyan bi hêviya edaletê çalakiyên xwe didomînin."   Çalakiyê bi dirûşman û govendê dewam kir.