Tevî hemû qedexeyan agirê Newrozê netemirî 2024-03-18 09:06:30     AMED - Remziye Tek, 21’ê Adarê Cejna Newrozê ku bûye sîmgeya têkoşîn û berdanê ye, di salên 90’î de çawa derbas bûye nirxand û got: “Me agir tu car netemiran. Kelecan û coşa wê neqediya. Me li hember dijmin şûnde gav navêt.”   Newroz ku li cîhanê wek hatina biharê tê pîrozkirin ji bo kurdan wate û girîngiyek dîrokî dihewîne. Agirê Newrozê wek sembola têkoşîn û berxwedanê tê dîtin. Cejna Newrozê di dema ku xweza xwe nû dike û cîhan rupelek nû ve dike de pêk tê.   Remziye li gundekê Sêrtê têdinê û der barê Newrozên ji paşerojê heta îro de axivî û got: “Wan deman ji xwe têkoşîn destpê dikiribû. Em derbasî salên 90’î bûn. Gotin îşev Newroz heye. Me hem Newroz baş nizanibû hem jî em bi kelecan bûn. Mirov bi sedsalan bi axê de bimînin jî mirov dîsa şîn dibin.”   ‘Me şûnde gav navêt’   Remziyeyê destnîşan kir ku dema gir hatine pêxistin li dora agir govend gerandine û wiha berdewam kir: “Wê demê şerê Cizîrê det pê kir. Gelek şehîd hebûn. Bi wesayîtan bi ser gel de çibûn. Em berbi navendê meşiyan. Me agirê Newrozê netewand. Wê kelecan û berxwedanên li dijî dijmin şûnde gav neda avêtin. Heta sibehê ew agir nehat temirandin.”   ‘Zarokan qada Newrozê tije kirin’   Remziyeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wek her sal wê îsal jî rihê ciwanan mezin bibe û di cejna Newrozê de bê jiyîn û wiha bi lêv kir: “Newrozê de tax bi tax, kolan bi kolan ew agir hat pêxistin. Piştî 1993’yan şûnde ez hatim Bismil a Amedê. Bismil xwedî çandeke berxwedêr a mezin e. Tevî hemû qedexeyan ji wan deman heta niha agirê Newrozê nehat tewandin. Îro bi rehetî Newroz bên pîrozkirin sedema wê têkoşîna Gelê Kurd e. Gelê Kurd dizane ku ev çand bi xwedî derketin û pêşengiya jinan pêk tê. Jin xwedî li berxwedana Kawayê Hesinkar û kevneşopiya wî derdikevin. Pêşengiyê dikin. di 2020’an de bi zext û tundî bi ser gel de çûn. Lê tevî hemû astengiyan qad tije bûn. Zarokên 10-12 salî qadên Newrozê tije kirin.”   ‘Newroz rihê jinên kurd e’   Remziyeyê daxuyakirin ku rihê dema salên 1990’î pir cuda bû û wiha bi lêv kir: “Roja Newrozê jinan bi kelecanek mezin bi cil û bergên xwe yên rengîn qad tije dikirin. Wisa ne hêsan bû di bin zext û qedexeyan de jinan qad tije dikirin. Newroz rihê jinên kurd yên biser ketiye.”   ‘Bila bi rihê azadiyê di Newrozê de cih bigirin’   Remziyeyê dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bila herkes bê di Newrozê de cih bigirin. Bila jinên Kurd bi cil û bergên xwe yên gelerî, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gelê Kurd di cejna Newrozê de li qadan cihên xwe bigirin.”