Di 5 salan de şaredarîbûnek mînak derxist pêş 2024-03-18 09:02:45     Dîlan Babat   ŞIRNEX - Hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan ku tevî qeyûm deyn hiştibû di 5 salan de îmze avêt projeyên mezin diyar kir ku divê şaredariya gel hebe û wiha domand: “Divê namzetên nû yên hevşaredariyê gel tevli mekanîzmayên biryarê bikin, cih bidin gel û li gorî vê projeyan hilberîne.”   Desthilatdariya li bajarên Kurdistanê şerekî fîîlî da destpêkirin di 2015’an de pêvajoyên rêveberiyên xweser polîtîkayên zext û talanê yên dabûn destpêkirin didomîne. Pêvajoyên rêveberiyên xweser kir hincet û qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê kir û qeyûman bajar kirin kavil. Li gund û bajarokên Şirnex û navçeyên wê jî bi qarekol, kalekolan gel kirin bin zextan.   Di 11’ê Îlona 2016’an de qeyûm tayînê şaredariya Sîlopiyê hat kirin. Qeyûm li pey xwe 273 mîlyon deyn hişt. Di 2019’an de gel îradeya xwe ji destê qeyûman girt. Hevşaredar Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk hatin hilbijartin û di 5 salan de îmze avêtin projeyên girîng. Rêveberiya HDP’ê 70 mîlyon deynê qeyûman dan û gelek faliyet xistin jiyanê.   Hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan ji ajansa me re projeyên xwe û pêşniyarên ji bo namzetên nû vegot.   Piştî qeyûman me texrîbatek mezin dewr girt   Adaletê da zanîn ku di 2016’an de qeyûm hatiye tayînkirin û şaredariya Sîlopiyê jî ji qeyûman nisêbî xwe girtiye û wiha domand: “Me di 2019’an de şaredarî girt. Lê Sîlopî bajarekî ku hatibû talankirin bû. Gelek deynê şaredariyê hebû. Hemû qad hatibûn hîbekirin. Navendên jinan hatibûn girtin. Hemû qadên çandî hatibûn girtin. 11 taxên Sîlopiyê hebûn.  Şaredarî sê sal û nivan di destê qeyûman de bûn. Şaredarî ji gel re hatibû girtin. Wek qerekolê bû. Polîsan dora wê girtibû. Piştî qeyûman texrîbatek mezin dewr girt.”   ‘Projeyên ketin jiyanê’   Adaletê bal kişand ser projeyên ketine jiyanê û wiha dirêjî dayê: “Em bi îdiaya ku wê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin hatin. Me ev anî cih. Me li 11 taxan civîn pêk anî. Me li daxwaz û pirsgirêkên gel guhar kir. Me proje amade kirin. Me bi jinan re civîn pêk anî. Me navenda piştevaniya jinê ji nû ve ava kir. Me ji bo jinan bazarên kedê ava kir, me kreşên zarokan vekir. Me ji bo ciwanan qadên çandî vekir. Me navendên şêwirmendiya jinan vekir. Midûra poklîtîkayên jinan ji kar hatibûn avêtin. 100 jin ji kar hatibûn avêtin. Me yekine ava kirin. Me li tax û gundan perwerde dan. Me li dijî îstîsmara zarokan perwerde da. Me li bazara keda jinê 11 dukan, kafeyek û cihê qursekê vekir. Me hejmara jinên xebatkar yên di şaredariyê de zêde kir. Me nûneriya wekhev anî. Di plana park, kolan û îmarê de jin cih digirin.”   Projeyên çandî   Adaletê der barê projeyên çandî de jî wiha anî ziman: “Qeyûman saziyên çandî girtibûn. Me pirtûkxaneya Mîr Celalet Elî Bedirxan ava kir. Me Navenda Çandê Eyşe Şan ava kir. Ev daxwaza jin û ciwanan bû. Daxwaza kreş û hewzan hebûn. Piştî hilbijartinê em ê van vebikin. Wê kreş bi zimanê Kurdî perwerdeyê bidin. Xwezaya me he roj tê qetilkirin. Me li dijî vê bi sedan dar çandin. Projeya me ya kompleksa jinan heye. Em ê tevli îhaleya vê bibin û hevalên me yên nû wê vê bikin jiyanê. Em ê parka 8’ê Adarê vebikin. Em ê Parka Hunerê jî di demek kurt de vebikin.”   ‘Şaredariyên me dikarin li dijî talanê bisekinin’   Adaletê wiha dawî lê anî: “Her bajar her navçe ji hev cuda ne. Ji bo gelê Sîlopiyê çi pêwist dike gel dizane. Ev ji bo herêmên din jî derbasdar e. Pergalek me ya bi nirx a hevseroktiyê heye. Me her demê pergala fermuarê xist jiyanê. Ev ji bo me şansek mezin e. Divê jin , ciwan û zarok bên guhdarkirin. Divê ev proje bikevin jiyanê. Divê ji bo jinan projeyên cuda bên avakirin. Divê pêşniyara jin û ciwanan bê girtin. Divê namzetên nû yên hevşaredariyê gel tevli mekanîzmayên biryarê bikin, cih bidin gel û li gorî vê projeyan amade bikin.”