Bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ agirê Newrozê vêxistin 2024-03-17 22:45:26   AGIRÎ - Li taxa Kazimkarabekîr a Agiriyê bi coş û kelecanek mezin ku agirê Newrozê hat vêxistin, bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” hat berzkirin ve bal kişandin ser girtîgehan.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Taxa Kazimkarabekirê agirê Newrozê pêxist. Namzetên hevşaredar Hazal Aras û Mehmet Akkûş, Parlamenterê Agirî yê DEM’ê Sirri Sakik, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî bûn. Ligel barana ku dibarî jî beriya pêxistina agir bi coş û kelecanek mezin govend hat gerandin. Namzetên hevşaredar û Sirri Sakik bi meşaleyên hatin pêxistin û çepikan ve hatin pêşwazîkirin.    Dirûşme hatin berzkirin   Piştre agirê Newrozê ku dema hat pêxistin, dirûşmeya “Bijî Berxwedana Zindanan” hat berzkirin. Piştî gerandina govendê axaftin hatin kirin. Sirri Sakik ku ewil axivî, diyar kir ku ew beşdarî mîtînga Newrozê ya Colemêrgê bûye û got ku silavan ji Colemêrgê anîye. Sirri, bi lêv kir ku agirê Newrozê wê li her qadên Kurdistanê belav bibe, banga tevlîbûna mîtînga 25’ê Adarê li Agiriyê bê lidarxistin kir.    ‘Em ê şeva 31’ê Adarê de jî li qadan bin’   Piştre Mehmet Akkûş axivî û bi bîr xist ku ji hilbijartinê re demek kurt maye û wiha vegot: “Dizan li dijî zarokên rojê tifaqê çêkirine. Li ser navên me xwarinê didin gelên me. Ew nikarin navên me bigirin devên xwe yên qirêj. Em wek wan ne dizin. Li dijî wan tifaqa zarokên rojê heye.” Hazal Aras jî diyar kir ku bi pîrozbahiya Newrozê ew provaya serketinê ya 31’ê Adarê dikin û wiha domand: “Weke niha em ê di şeva 31’ê Adarê de em ê qadan bin. Em ji vir bang li AKP’ê dikin; We bi derew û sextekarî dest bi xebatên hilbijartinê kiriye. Ger hûn difikirin ku hûn ê di vê hilbijartinê de bi paket û kartên alîkariyê bi ser bikevin, hûn xelet in. Em ne hevrikên we ne ku dê me di yek gezekê de bixwin. Em mîratgirên Orhan Alparslan, Huseyîn Yilmaz û Sirri Sakiyên ku mohra xwe li dîroka Agiriyê hiştin û herî zêde şopa wan hiştine, ne. Em berdewamiya têkoşîna wan a bi rûmet, neqediyayî ne.”   Piştî axaftinan bername bi gerandina govendê berdewam kir.