Jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir 2024-03-17 22:01:51   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê jinan bi meşaleyan Newroz pîroz kirin.   Li taxa Kizir a girêdayî navçeya Silopiyê ya Şirnexê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Newroz hate pîrozkirin.  Jinên ku kiras û fîstan li xwe kiribûn li taxê kom bûn, bi hevre agirê newrozê pêxistin û bi meşaleyan dora agir ziviriyan.  Jinan di pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berzkirin.    Pîrozbahiya jinan bi gêrandina govendê bi dawî bû.