Li Colemêrgê govenda Newrozê 2024-03-17 13:23:44     COLEMÊRG - Pîrozbahiya Newrozê li quntara Çiyayê Sûmbûlê ya Colemêrgê bi beşdariya hezaran bi dirûşma "Bijî Serok Apo" pêk hat.    Bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Colemêrgê Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li qada otogarê ya li taxa Tekserê hat lidarxistin bi hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli pîrozbahiyê bûn. Welatiyan bi cil û bergên xwe yên rengîn, qad veguherandin qadeke rengîn.    Piştî rêzgirtin û pêxistina agir pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Di pêxistina agirê Newrozê de dirûşma "Bijî Serok Apo" bilind bû.    Ji hêla Komîteya Amadekar ve pêyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku di sala 2013'yan de di Newrozê de hatibû dayîn hat xwendin. Dema peyam hat xwendin dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.    Hevseroka DEM Partî ya Colemêrgê Kadîr Şahîn axivî û bal kişand ser berxwedana gel. Dû re namzetên hevşaredariyê yên Colemêrgê axivîn û behsa girîngiya hilbijartinê kirin û gotin dê di 31'ê Adarê de li bajê bi ser kevin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Sîpçîk axivî û diyar kir ku dê bi têkoşîna xwe tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têk bibin.    Parlamenterê DEM Partî ya Agiriyê Sirri Sakik jî da zanîn ku divê daxwazên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne bê qebûlkirin, heke daxwaz bên qebûl kirin dê aştî jî bê vî welatî.    Piştî axaftinan girse bi stranên Koma Lawjê govend gerand.   Pîrozbahî bi dûrşmeyan bi dawî bû.