Ji pîrozbahiyên Newrozê: Niha dem dema azadiyê ye 2024-03-17 13:10:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên ku li bajarên Tirkiyeyê hat kirin de hat diyar kirin ku niha dema azadiyê ye û dema berxwedanê ye.    Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK),  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û sekeftinê ye” tê pîrozkirin.    Osmaniye    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” li Taxa Yunusemre ya Osmaniyeyê Newroz pîroz kir. Welatiyên ku di saetên zû yên serê sibehê de ji du noqteyan ve ketin qada Newrozê, li qadê govenda Newrozê gerandin. Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, bi govendê pîrozbahî li dar xistin.    Li qada pîrozbahiyê pankarta “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin û qad bi flamayên partiyê hat xemilandin. Zarokên cil û bergên kurdî li xwe kirin rastî eleqeyeke mezin hatin û li qada Newrozê dîmenên rengîn derketin holê.    Pîrozbahiya Newrozê, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, namzetê hevşaredariyê yê Osmaniyeyê Zîver Gumuş axivî. Zîver, bi pîrozkirina Newrozê dest bi axaftina xwe kir, piştre bal kişand ser hilbijartinên cihî û bang li her kesî kir ku xwedî li vîna xwe derkevin.     Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.   Piştî axaftinan jî Alî Bozan û Dayikên Aştiyê bi coşeke mezin agirê Newrozê vêxistin. Welatiyên ku li dora agirê Newrozê govend gerandin, bi coşeke mezin Newroza xwe pîroz kirin.    Bername, bi stranên hunermend Gulhan Bîşeng bi dawî bû.    Tekîrdag   Yek ji navendên Newroza bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê yê” ya bi pêşengtiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêşwazî dike û tê pîrozkirin jî Tekîrdag e.    Welatiyên ji cihên cuda ber bi qada Newrozê ya Ergeneyê ve herikîn, ji cihên kontrolê derbas bûn û qad tije kirin. Qada Newrozê bi ala û flamayên DEM Partiyê hat xemilandin. Di qadê de pankartên “Niha dema azadiyê ye”, “Ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” û “Bi ciwantiya rêxistinkirî ber bi paşerojên azad ve” hatin daliqandin.    Ji 7 salî heya 70 salî welatî bi cil û bergên neteweyî qad tije kirin û dîmenên rengîn derxistin holê. Ciwan û zarok tîkalên kesk, sor û zer bi serê xwe ve girê dan û flamayên Newrozê li ba kirin.  Welatî tevî stranan govenda Newrozê gerandin û gelak caran dirûşmên “Bijî Newroz” û “Newroz pîroz be” berz kirin.    Di pîrozbahiyê de dê Berdevkê Komîteya Amadekar ê Newrozê Siddik Şahîn, Hevserokên DEM Partiyê yên Tekîrdagê Songul Demîr û Sûat Sari, namzetên hêvşaredariyê yên Tekîrdagê, endama MYK’a DEM Partiyê Îlknur Bîrol û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan biaxivin.    Di bernameyê de piştî axaftinan dê Grup Îsyan Ateşî û Mihemedê Serhedê derbikevin ser dikê.   Kocaelî   Yek ji pîrozbahiya Newrozê ya ku li gelek bajaran pêk tê, li Kocaeliyê jî hat lidarxistin. Di pîrozbahiya Newrozê de ku li Baxçeyê Neteweyî ya Darica bi govendê destpê kir, tilîlî û dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevserokên Rêxistina Navçe û Bajaran ên DEM Partiyê û namzetên hevşaredariyan ên Bajarê Mezin û navçeyan derketin ser dikê û gel silav kirin.    Parlamenterên DEM Partiyê Çîçek Otlu û Omer Faruk Gergerlîoglu di pîrozbahiyê de axivîn. Piştî axaftinan gel govend gerand û dirûşma “Jin, jiyan azadî” û “Biji serok Apo” pîrozbahiya xwe bi dawî kirin.