Ji Newroza Pirsûs, Xelfetî û Sêweregê banga yekitiyê 2024-03-17 13:02:48     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Xelfetî, Sêwereg û Pirsûsê gel bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" Newroza xwe pîroz kir û banga mezinkirina berxwedanê kirin.    Pîrozbahiyên Newrozê, li Xelfetî, Sêwereg û Pirsûsa Rihayê îsal bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" pêk hat Gel serê sibê berê xwedan qadên pîrozbahiyê û bi yek dengî daxwazên xwe yên yekitî û azadiyê anîn ziman.   Xelfetî   Jin, ciwan û zarok serê sibê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya Xelfetî ber bi Parka 4 Nîsan ve herikîn. Bi cil û bergên netewî û bi rengên kesk, sor û zer qada Newrozê xemilandin. Her wiha li qadê alên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat daliqandin. Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, Hevserokê Rêxistina bajêr Bekîr Karakeçîlî, namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê DEM’ê Celalettîn Erkmen, namzetên Hevşaredarên Navçeya Xelfetî Saniye Bayram û Mehmet Karayilan beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.    Hunermend Ozlem Taner derket ser dike û stranên kurdî û tirkî vegot. Namzetên hevşaredariyê yên Xelfetî Saniye Bayram û Mehmet Karayilan derketin ser dikê û bal kişandin ser polîtîkayên qeyûmê û gotin dê di 31'ê Adarê de li Xelfetiyê bi ser kevin.    Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a sala 2013'yan a Newrozê hat xwendin. Dema xwendina peyamê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.    Agirê Newrozê bi dirûşma “Bijî Newroz” hat pêxistin.    Pîrozbahî piştî stranên hunermend Bewar Tekbaş qediya.    Sêwereg   Pîrozbahiya Newrozê ya ku îsal bi dirûşmeya "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" dest pê kir, li navçeya Sêwêreg a Rihayê bi beşdariya bi sedan welatiyan dest pê kir. Bi sedan kes danê sibehê berê xwe dan Sûka Pêncşemê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê bibînin. Welatiyên ku li qada Newrozê ku jin bi kiras-fîstan û mêr bi şal û şapikan li hev kom dibin, dirûşma "Bijî Serok Apo" berz dikin, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didin.   Pîrozbahî bi beşdariya Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Namzeta Hevşaredara Sêweregê Yildiz Çetîner û Hevseroka DEM’ê ya Rihayê Sema Aişeoglû bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir.    Di pîrozbahiyê de Serra Bucak axivî û bal kişand ser têkoşîna kurdan. Serra, da zanîn ku dê li gelê Sêweregê li dijî Dehaqan dê di 31'ê Adarê de bersiva xwe di sindoqan de bide û roj roja yekitiyê ye, roj roja parastina ziman, maf û nasnameyê ye.    Piştî axaftinan Koma Avesta derket ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.    Pirsûs    Li Pirsûsê jî bi heman dirûşmê Newroz hat pîrozkirin. Gel li Parka Aştiyê kom bû. Qada Newrozê bi rengê kesk, sor û zer xemilî. Piştî rezgirtinê pîrozbahî destpê kir. Di pîrozbahiyê de dirûşma “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin.    Di pîrozbahiyê de 17 siyasetmedarên ku di 9'ê Adarê de hatibûn girtin hat xwendin. Dû re peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a 2013'yan a Newrozê hat xwendin.    Agirê Newrozê ji hêla dayik û ciwanan ve bi dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hat pêxistin.    Parlamenterê DEM Partiyê ya Rihayê Omer Ocalan axivî û bal kişand ser tecrîdê û rola çareseriyê ya Abdullah Ocalan.    Piştî axaftinan Koma Hevra û hunermend Ahmet Jiyara derket ser dike.    Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.