Banga TEV-DEM’ê ya ji bo Efrînê 2024-03-17 12:12:44     NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM’ê bang li tevahiya hêzên siyasî û neteweyî, rêxistinên demokratîk, jin û ciwanan kir ku ji bo rizgarkirina Efrîn û herêmên din, piştgiriyê bidin berxwedana xelkê Efrînê û rizgarkirina Efrînê bikin destpêka têkoşîna demokrasî û azadiyê.   TEV-DEM’ê bi minasebeta salvegera 6’an a dagirkirina Efrînê ku 18’ê Adara 2018’an ji aliyê dewleta tirk û komên wê ve pêk hatibû, daxuyaniyek nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de şehîdên berxwedana Efrînê ku 58 rojan dom kiribû hatin bibîranîn û hat destnîşankirin ku berxwedana gel bi hêviya rizgarkirina Efrînê didome.    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dewleta tirk û komên girêdayî wê di 6 salan de li Efrînê sembolên netewa Kurd, perestgeh, şûnwarên dîrokî hilweşandine; bi feraseta şovenist, nîjadperest li ser zeviyên çandiniyê xaniyên mêtingehiyê ava kirine, kesên sûcdar û biyan li van deran bicîh kirine û bi vê yekê xwestine çand û demografiya herêmê biguherin.   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Tirkiye dixwaze Efrînê ji herêmê qut bike, bi vê mebestê pere û zimanê Tirkî ferz kiriye, bi destê çeteyan li dijî gelê Kurd pêkanîn derveyî exlaq ên wekî dizî, talan, revandin kirine û wiha hat domandin: “Bi sedan kesên ji Efrînê winda ne. Gelek di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Mal û milkê wan tê desteserkirin. Bi milyonan darên zeytûnê hatine qutkirin. Herî dawiyê li Cindirêsê zarokek bi awayekî hovane hat kuştin. Bi vê xwestin nehêlin şahiya Newrozê bê lidarxistin.”   Di daxuyaniyê de helwest û bêdengiya hêzên navnetewî ya li dijî dagirkerî û qirkirinê hat rexnekirin û ev bang hat kirin: “Dagirkirin bi erêkirina hêzên navneteweyî çêbû. Hûn li hemberî sûcên rojane yên xeternak ên dermirovî li ku ne? Gelê herêmê bi karesatekê re rû bi rû ye. Em bang li tevahî sazî, rêxistinên civaka sivîl û aliyên têkildarî Sûriyeyê, raya giştî ya cîhanê û NY'ê dikin ku helwestên bi cesaret nîşan bidin û destwerdaneke lezgîn bikin.”   Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê Efrînê di şert û mercên herî dijwar de, tevî dagirkirin û dorpêça hikumet Şamê jî di nava kampên Şehbayê de bi hêviya vegerê li ber xwe didin û ev bang li hêzên siyasî û netewî hat kirin: “Em bang li tevahî hêzên siyasî û neteweyî, rêxistinên demokratîk, jin û ciwanan û aktivîstan dikin ku ji bo rizgarkirina Efrîn û herêmên din bi hevgirtineke mezin piştgiriyê bidin berxwedana xelkê Efrînê û rizgarkirina Efrînê bikin destpêka têkoşîna demokrasî û azadiyê."