Li Dîlokê govenda Newrozê 2024-03-17 11:42:47     DÎLOK - Li Dîlokê gel bi cilên xwe yên netewî û bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" Newroza xwe pîroz kir.    Newroza li Dîlokê ku bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” hat lidarxistin, ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir. Pîrozbahî li qada Otobusên Turê ya berê ya li navçeya Şehît Kamîlê tê lidarxistin. Welatî di saetên serê sibehê de berê xwe dan qada Newrozê. Welatiyên ku li ber buroyên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û avahiyên wê hatin gel hev, ji gelek noqteyan ber bi qada Newrozê ve dest bi meşê kirin.    Welatiyên ku ji du noqteyên lêgerînê derbas bûn herikin qada Newrozê. Welatiyên ku ketin qada Newrozê, bi coşa Newrozê govend gerandin. Gelek kes bi kiras û fîstanan, bi şel û şepikan tevli pîrozbahiyê bûn. Coşa li qadê her ku çû zêdetir bû. Îsal tevlibûneke xurt a jin û ciwanan hebû.    Li qada pîrozbahiyê pankartên "Rabe zû ji xew şiyar be" û "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" hatin vekirin. Dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be" hat berzkirin.    Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê dê Mehmet Satan axivî û Newroza gel pîroz kir. Ji DEM Partiyê jî Mehmet Bozgeyîk axaftinek kir û Newroza gel pîroz kir.    Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî di pîrozbahiyê de girse silav kir û Newroz pîroz kir, Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir, bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehê û got: "Newroz li berxwedana girtiyan pîroz be. Îro bi milyonan kes li qadan Newrozê pîroz dikin. Em ji Dîlokê silavên xwe dişînin. Em pîroz dikin. Newroza birêz Ocalan a ku Newroz kir Newroz.  Dîroka Newrozê ji bo me girîng e. Em kesên ku bi bedenên xwe agirê Newrozê pêxistin ji bo Newrozê bi bîr tînin."    Parlamenter Newroz di berdewamiya axaftina xwe de nirxandinên berê yên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên derbarê Newrozê de xwend.   Piştî axaftinan agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hat pêxistin.    Piştî Kolektîfa Rîtmên Azad û Babetna derket ser dikê, pîrozbahî bi dawî bû.