Li DEP’ê der barê hilbijartinê de civîn 2024-03-16 22:07:54   XARPÊT - Salîha Aydenîz li Depê bi jinan re hat gel hev û der barê pêvajoya hilbijartinê de civîn pêk anî. Di civînê de her wiha kesên di komkujiya Halepçeyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.   Parlamentera Dem Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz li Dep a Xarpêtê bi jinan re hat gel hev û der barê pêvajoya hilbijartinê de nirxandin kir. Civîn li buroya hilbijartinê ya jinan a taxa Tepe pêk hat û gelek jin tevli bûn.Beriya civînê kesên di komkujiya Halepçeyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.   Salîhayê piştre mafê axaftinê kir û da zanîn ku di ser komkujiya Halepçeyê de 36 sal derbas bûye û got: “Nêrîna dijminên Kurdan tu car neguherî. Em wan lanet dikin. îro jî hîna Kurdan qetil dikin.Naxwazin Kurd bi ziman û çanda xwe bijîn. Dixwazin jinan nav çar dîwaran de bigirin. Pergal bi taybet li ser jinên Kurd polîtîkayên taybet dimeşîne.”   Salîhayê piştî axaftin, nêrînên jinan û pirsên jinan girt. Civîn bi pirs û bersivan bidawî bû.