'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiya xwe ya nobetê bidomînin' 2024-03-16 16:14:04         WAN - Nobeta Edaletê ya li Wanê dest pê kir di roja 100'î de dewam dike. Di nobetê de peyama "Em dixwazin muzakare dest pê bikin" hat dayin.    Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengiya TUHAY-DER'ê dest pê kir di roja 100'î de li avahiya DBP'ê dewam dike. Komisyona Taxê ya Xaçortê ya Rêya Armûşê û gelek kes çûn serdana çalakiya nobetê.    'Em ê dengê xwe li qadên Newrozê bilind bikin'   Aslihan Timur, di çalakiyê de wiha got:"Em daxwaz dikin ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî rabe. Heta ev tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bidomînin. Em ê dengê xwe li qadên Newrozê bilind bikin. "   Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”  û bi gotina stranan bi dawî bû.